ROJEVA 31’Ê ADARA 2026’AN 2026-03-31 09:00:00   *Birayê Havîn Aşkan ya bi guman jiyana xwe ji dest da,  Bedîrhan Aşkan wiha got: “Çima mirina xwişka min bi guman nehat dîtin û lêpirsînên pêwist nehatin kirin? Çima gumanbar Îbrahîm Tektaş nehat girtin. Heta ku gumanbar neyê girtin û cezakirin wê têkoşîna me bidome.” DÎMEN HEYE   *Jin der barê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku hem azadiya jinan hem jî ya civakê girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e. DÎMEN HEYE   *Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu der barê xwenegîhandina mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê de axivî û got: “Dema bi nexweşxan re Kurdî bê axaftin pê re pireke nêzikbûnê tê avakirin. Tê dîtin ku rengê dengê kes diguhere û leza avêtina dil kêm dibe. Di vê pêvajoyê de ji bo ziman di qadên tenduristî û perwerdehiyê de bikevin bin ewlehiyê divê sererastkirin bên kirin. Divê bê zanîn ku nêzîkatiya înkarê bi tu kesî nade qezenckirin.” DÎMEN HEYE