DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir 2026-04-01 11:51:44   ENQERE - Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê ya gelên Asur-Suryanan pîroz kir.    Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî Cejna Ekîtoyê ya gelên Asur-Suryan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Cejna Ekîtoyê yek ji cejnên herî qedîm ên Mezopotamyayê ye û zêdetirî 6 hezar û 776 sal in tê pîrozkirin.    Di daxuyaniyê de Cejna Ekîtoyê li gelên Asur-Suryan hate pîrozkirin, hat diyarkirin ku Cejna Ekîtoyê sembola destpêka sala nû û hişyarbûna xwezayê ye. Bi domdarî wiha hate gotin: “Cejna Ekîtoyê yek ji cejnên herî qedîm a cîhanê ye û îsal a 6776'emîn tê pîrozkirin. Gelên Asur-Suryan, di tevahiya dîrokê de bi komkujî û sirgunan rû bi rû man. Tevî van êşan jî ziman, bawerî û çanda xwe parastin. Cejna Ekîto jî nîşaneya vê bîra qedîm û têkoşînê ye. Em careke din dibêjin ku dê têkoşîna me ya ji bo avakirina pêşerojeke hemû gelên Tirkiyeyê tê de wekhev, azad û birûmet dijîn bidome û hêvî dikin ku Cejna Ekîtoyê ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî û azadiyê.”