Li Çanakkaleyê jinek hat qetilkirin 2026-04-05 20:43:00   ÇANAKKALE-Li navçeya Bayramîçî Şefîk S., Selver S ya pê re zewicandibû bi çekê qetil kir.   Li navçeya Bayramîçî ya Çanakkaleyê mêrê bi navê Şefîk S., Selver S ya pê re zewicandibû bi çekê qetilkir. Ekîn polîs û tenduristiyê li ser agahiyê hatin cihê bûyerê û hat tespîtkirin ku Selver S. jiyana xwe ji dest da.   Hat hînbûn ku gumanbar hatiye binçavkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.