Li Semsûrê şopên dîrokî: Ji Kommageneyê heta niha sê mîrate 2026-04-10 09:04:31   Gulistan Gulmuş   SEMSÛR – Tumulusa Karakuşê, Pira Cendereyê û Kela Kolikê yên li Semsûrê yên şahidiya dîroka piralî ya Kurdistanê dikin, şopên xeta dîrokî ya ji Keyaniya Kommageneyê heta serdema Romayê hildigirin.   Erdnîgariya Kurdistanê warê mîrateyên dîrokî yên girîng e û di nav hezaran salên dîroka xwe de şopa gelek şaristaniyan vedihewîne. Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û çavkaniyên xwezayî, ev ax di seranserê dîrokê de ji aliyê gelek hêzan ve hatiye hedefgirtin; şer, koçberî û serhildanên mezin ên dîrokî dîtiye. Ji ber vê yekê, Kurdistan di heman demê de herêmek e ku tê de bêhejmar avahiyên dîrokî hene û ji rabirdûyê heta roja îro tên.   Yek ji cihên ku ev şopên dîrokî herî zêde lê xuya dibin Semsûr e. Dema behsa Semsûrê tê kirin, piraniya mirovan pêşî Çiyayê Nemrûd û peykerên bi heybet ên li wir tînin bîra xwe. Lêbelê, gelek deverên bajêr tijî mîrateya dîrokî ne. Tumulusa Karakuşê ya li navçeya Kolîkê, Pira Cendereyê û Kela Kolikê di nav avahiyên herî berbiçav de ne û heta roja îro mane. Ev jî berhevkirina dewlemend a dîrokî nîşan dide. Her wiha Tumulus jî tê wateya gorên navdaran ên li ser girekî ne.     Tumulusa Karakuşê   Tumulusa Karakuşê, ku di serdema Keyaniya Kommagene de hatiye avakirin, wekî goristaneke mezin a ji bo jinên malbata qraliyetê tê zanîn. Tumulusa ku di nav gel de wekî "tumulusa şahbanûyan" jî tê zanîn, wekî yek ji avahiyên girîng tê hesibandin û têgihîştina mîmarî û pergala baweriyê ya serdema Kommagene nîşan dide.     Pira Cendere û gelî   Pira Cendere ku çend kîlometreyan dûrî Tumulusa Karakuşê ye, wekî yek ji mînakên herî baş parastî yên mîrata endezyariyê ya Romayê tê hesibandin. Bi dîrokeke nêzîkî du hezar salan, pir, bi avahiya xwe ya yek-kemberî, yek ji pirên kêm ên Romayê ye ku heta roja îro kariye li ser piyan bimîne. Geliyê fireh ê li pişt pirê, bi taybetî di mehên biharê de, bi rengên şîn ên cûrbecûr dîmenekî balkêş diafirîne.     Keleha Kahtayê   Keleha Kahtayê ku li ser zinarên bilind ên herêmê hatiye avakirin, di tevahiya dîrokê de wekî xaleke parastinê ya stratejîk hatiye bikaranîn. Tê bawerkirin ku ji serdema Kommagene bingeha wê hatiye avêtin û vê kelehê di serdema Romayî, Bîzansî û Îslamî de wekî avahiyek leşkerî ya girîng xizmet kiriye û rêyên derbasbûnê yên herêmê kontrol kiriye.   Îro, ev her sê avahiyên ku li ser xeta Nemrûtê ne ne tenê cîhên geştiyariyê ne, lê di heman demê de wekî beşên girîng ên bîra dîrokî û çandî ya herêma Kurdistanê jî têne hesibandin. Bi hatina biharê re, herêm her sal bi hezaran mêvanan pêşwazî dike.