Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket 2026-04-13 10:23:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 14'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ bal kişan ser nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a xeta Mezopotamya û Anatoliyayê û Civaka Demokratîk.   Hejmara 14'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket pêşberî xwînerê xwe.   Rojnameyê vê hefteyê hevpeyvîna ku bi rojnameger û nivîskar Mehmet Şahîn re kiriye, derxist pêş. Nivîskar Şadiye Manap jî di quncikê xwe de bi sernavê “Hişmendiya Dîrokê û mezexkarên jiyanê” balê dikişîne ser têgeha mezexkariyê ku îro çawa di hemû qadên jiyanê de belav bûye û sedemên wê. Dîsa rojnameyê cih daye gotara nivîskar Cahît Kirkazak a bi sernavê “Dewleta Norm û ne norm”, gotara Felemez Ulug a bi sernavê “Hevsengiya tirsê û agirbesta bêalî” û nuçeya Zafer Veşîn a bi sernavê “Qirkerdişê Enfalî vîra nêbeno”.