Koma sêyemîn a ji malbatên Efrînî pêk dihat gihîşt Efrînê 2026-04-14 19:57:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma sêyemîn a koçberên Efrînê ku ji 800 malbatî pêk tê gihîşt Efrînê.   Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.   Koçber li çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişloyê kom bûn bi dehan erebe û basan ber bi Efrînê ve bi rê ket.   Piştî koçber ji Hesekê derketin, ji ber ku hejmara vegera vê carê mezin bû, weke 3 beşan ketin rê. Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 kesî pêk dihat di 9'ê Adarê de û koma duyemîn jî ku ji 200 kesî pêk dihat di 4'ê Nîsanê de vegeriyan Efrînê.