Ji bo Gulîstan Doku için daxuyanî:Em ê gumanbaran bidarizînin 2026-04-15 21:08:40   NAVENDA NÛÇEYAN - KCDP’ê ji bo Gulîstan Doku daxuyanî da û got: “Em bawer nakin ev jin întîxar dikin. Çawa me bi Gulîstanê bawer kir em ê hê bi têkoşîna xwe hemû rastiyan derxin holê û gumanbaran bidarizînin.”   Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) der barê geşedanên di dosya Gulîstan Doku de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Operaya Sureyya ya Kadikoy a Stenbolê pêk hat, baskê jinan a CHP’ê, nûnerên Komeleya Çanda Dîvrîgî û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta ‘Ji bo Gulîstan a ku 6 sale tê veşartin hûnê hesab’ bidin vekirin.  Her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Ji bo Gulîstan Doku edalet’ hatin berzkirin.   Metna daxuyaniyê nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincak xwend.   Şîrîn Yalincakoglu da zanîn ku malbata Gulîstan Doku bi salane têkoşîna edaletê dimeşîne û got: “Bi salane li her derê welat pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku’ hat hat pirsîn. Em niha dibînin ku kurê aliyê Demî Tuncay Sonel, Gulîstan revandiye, bedena wê çalkiriye ev jî têr nekiriye derxistiye biriye cihekî din. Niha em nizanin bedena Gulîstanê li ku derê ye.” Heta ku hemû rastî dernkevin holê em ê têkoşîn axwe bidomînin û em ê gumanbaran bidin darizandin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.   İzmir   Li Alsancak a Îzmîrê li ber avahiya OSYM’ê bi pêşengiya KCDP’ê jin hatin gel hev û berbi navenda Turkan Saylan ve meşiyan. Jinan pankar vekirin û dirûşmeyên ‘Em ê hesabê Gulîstanê bipirsin,’ ‘Em natirsin, bêdeng namînin û serî natewînin’ hatin berzkirin.   Nûnera KCDP ya Îzmîrê Elîf Selîn Erel daxuyanî xwend. Elîf Selîn Eren da zanîn ku tora sûc a Gulîstan Doku xistine nava zirxa bêcezahiştinê û da zanîn ku li malbatê şîn û qebûlkirina întîxarê hatiye ferzkirin. Elîf Selîn Eren wiha got: “Divê ji îfadeyên şahidê veşarî heta daneyên dîjîtal yek bi yek hesabê her tiştî bê pirsîn. Divê gumanbar bi cezayên herî giran bên cezakirin. Malbata Gulîstanê tu carê ne tenê ye em bi wan re ne.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.