Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da 2026-04-15 21:50:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawî de pênc caran bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û di encamê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.   Tevî agirbesta di navbera Îran û DYAyê de, rejîma Îranê careke din êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê da destpêkirin. Asayişa Herêma Kurdistanê têkildarî êrişan daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Roja Sêşemê, çar êrişên bi dronan li ser kampên penaberan ên li sînorê Koyê û Sûrdaşê hatin kirin. Di encamê de Pêşmergeyek jin şehîd bû û du yên din jî birîndar bûn.Îro jî êrişeke bi dronan li ser kampeke penaberan li Dêgele hat kirin, ji ber êrişê tu ziyan çênebûn. Ew pêşmergeya jin a jiyana xwe ji dest daye navê wê Xezal Mewlan e ku ji Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ye û ev saleke bûye Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê.”