Di dosyeya Gulistan Dokû de kesek hat girtin 2026-04-16 18:34:25   DÊRSIM – Polîsê berê kiryar Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Dokû jê biriye, piştî ifadeyan derket dadgehê û hat girtin.   Di dosyeya Gulistan Dokû de di 13’ê Nîsanê de pêşketinek pêk hat û 13 kes hatin binçavkirin. Di navê de kurê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî di navê de 13 kesên ku hatin binçavkirin, ji wan 4 kes îro sewqê edliyê hatin kirin. 4 kesên ku anîn edliyê îfadeyên wan tên girtin.   Li dozgeriyê îfadeyê kiryar polîsê berê Gokhan Ertok ku hat girtin şûnde sewqî dadgeha nobedar hat kirin û kiryar hat girtin.