Koçberên Serêkaniyê li hêviya vegerê ne 2026-04-20 09:44:43   Jiyan Gencan   HESEKÊ - Endama komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semawî got ji bo vegera Serêkaniyê kar û xebat tên kirin, lê ger vegerek hebe divê bi ewle be.    Di sala 2019'an de bajarê Serêkaniyê bi êrişeke dijwar ket binê kontrola dewleta tirk û hêzên girêdayî wê. Bi hezaran niştecîhên bajar ji ber şer û dagirkeriyê ji cîh û warên xwe koçber bûn. Niştecîhên ku ji Serêkaniyê koçber bûn di şert û mercên dijwarde ber bi Qamişlo, Hesekê û Derikê ve çûn. Gelek ji wan jî di kampên koçberan de cîh digirin. Di nava kampan de jiyana wan bi zehmetî derbas dibe.      Heta niha, piraniya koçberên Serêkaniyê nekarîne vegerin bajarê xwe, ji ber ku rewşa ewlehiyê hîn jî tam pêk nehatiye û gelek mal û milkên wan hatine dagirkirin. Endama komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semawî li ser rewşa koçberên Serêkanî û vegera wan ji ajansa me re axivî.   '75 hezar şêniyên Serêkaniyê li benda vegerê ne'   Zehra Semawî di destpêka axaftina xwe de behsa koçberiyê kir û ev yek anî ziman: " Ev 7 sal in bi darê zorê em ji bajarê xwe derketin û koçber bûn. 75 hezar şêniyên Serêkaniyê ji ber dagirkeriya li bajar niha di herêma Cizîrê de di nava kampan û di dibistanan de dijîn. Di 3 kampên koçberan û 33 dibistanan de koçber tê de jiyana xwe bi zahmetî derbas dikin. Di nava kampan de jiyanek gelek zahmet heye. Di zivistanî û havînan de şênî bi zehmetiyên gelek dijwar re rû bi rû dimînin. Divê êdî çareseriyek mayînde ji bo koçberan were peydakirin. Her ku dem derbas dibe derfetê jiyana koçberan di binê çadiran de zehmet dibe. "   'Em her tim bi hêviya vegera Serêkaniyê ne'   Zehra Semawî anî ziman ku hewldanên wan heye ji bo vegera Serêkaniyê û wiha got: " Em her tim bi hêviya vegera Serêkaniyê ne û em dixwazin hemû şeniyên me jî vegerin ser cîh û warên xwe, lê metirsiyên şêniyan hene ji ber mal û milkê wan di destê dagirkeran de ne û niha rewşa Serêkaniyê ne ewle ye. Divê garantiya ewlehiya şêniyan ji aliyê saziyên mafê mirovan û hikumeta demkî ya Şamê de bê dayîn. Divê ew kesên ku ji derve anîne Serêkaniyê derkevin."   'Ji bo vegera Serêkaniyê nîqaş tên kirin"   Zehra Semawî li ser şertên vegera Serêkaniyê ji ev agahî dan û got: " Di demên dawî de vegera koçberan ket rojevê, nîqaş û civîn hatin çêkirin. Gel bi salan e dixwaze vegere ser cîh û warên xwe ji bo wê jî kar û xebat tên kirin ku şêniyên Serêkaniyê vegerin. Dema vegerê ne diyar e lê ji bo vegerê nîqaş tên kirin."   'Şertên di nava kampan de zehmet in'   Zehra Semawî anî ziman ku ji ber şert û mercên kampan jin û zarok gelek zehmetiyan dikêşin û wiha got: "Di nava şert û mercên kampan de jiyana zarokan gelek ne baş e. Rewşa perwerdehiyê heye lê zêde ne baş e û gelek kes jî nikarin biçin dibistanan. Jin jî bi heman awayî ji bo debara jiyana xwe bike kar dike lê dîsa jî zehmetî hene. Gelek nexweşî hene ku dermankirina wan zahmet e. Lê şênî bi hêviya vegerê ne."    'Em vegerek bi ewle dixwazin'   Zahra Semawî diyar kir ku ew bi hêvî ne vegerin ser cîh û warên xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Em vegerek bi ewle dixwazin. Bangewaziya me ji bo saziyên navneteweyî jî ew e ku dive mafên kurdan bên parastin û ji komkujiyan re êdî rê neyê dayîn. Divê vegerên koçberan di demek nêz de têkeve meriyetê ji ber êdî di şert û mercên kampan de jiyan gelekî zehmet e."