Îfadeya Tuncay Sonel dest pê kir 2026-04-20 16:24:36   ERZIROM - Îfadeya Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ku hat binçavkirin, îfadeya wî dest pê kir.   Di çarçoverya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonelê ku di 17’ê Nîsanê de hat binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê. Tuncay Sonelê ku dê bi sûcê “kuştina kes” û “tunekirin û windakirina delîlan” bê darizandin, îfadeya wî li Midûriyeta Polîsan a Erziromê dest pê kir.