Konferansa Yekîtiya Demokratîk dê li Amedê were lidarxistin 2026-04-21 11:39:25   AMED - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê 26'ê Nîsanê roja Yekşemê li Amedê konferansekê li dar bixe.    Konferansa ku ji aliyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve tê organîzekirin, dê siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din bîne cem hev.   Konferans dê li Hola Konferansê ya Alî Emrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were û dê ji saet 09:00'an heta 17:00'an bidome.