Jinan mirina bi guman Îlayda Zorlu protesto kirin 2026-04-21 20:29:01   ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê li dijî mirina biguman a xwendekara zanîngehê Îlayda Zorlu xwestin bimeşin, rastî astengiya polîsan hatin. Jinan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî dorpêça polîsan dan.   Platforma Jinan a Enqereyê, li ser mirina biguman a xwendekara zanîngehê Îlayda Zorlu xwestin li Rêya Yuksel a navçeya Çankayayê ya Enqereyê heta Rêya Sakaryayê bimeşin. Polîsan bi barikatan çalakiya jinan asteng kir û li ser vê yekê jinan bi berzkrina dirûşmeyan xwestin dorpêçê hilweşînin. Demeke dirêj di navbera jin û polîsan de gengeşî çêbû û polîsan bi gaza îsotê êrişî jinan kirin. Li ser vê yekê jinan bi berzkirina dirûşmeyên, “Kujer dewlet û malbat e”, “Kujer polîs dê hesab bidin” û “Kujerê Îlayda rejîma qesreyê” bertek nişan dan. Her wiha jinan bi megafona di destê wan de rola polîsan a mirina Îlayda Zorlu de teşhîr kirin.   Jinan di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û bênavber dirûşme berz kirin.   Çalakiya jinan bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan bi dawî bû.   Çi bibû   Xwendekara zanîngehê Îlayda Zorlu ji ber ku tevlî çalakiyên li dijî qetilkirina jinan dibû polîsan agahî dabû malbata wê. Li ser vê yekê bavê wê yê polîs ew di malê de dilgirtibû. Piştî çend rojan di 17’ê Nîsanê de Îlayda Zorlu bi çeka bavê xwe jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Îlayda Zorlu xwe kuştiye û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.