‘Helwesta ku tevgerên sosyalîst bigirin girîng e’ 2026-04-29 09:06:49   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk,  diyar kir ku di vê pêvajoyê de helwesta ku tevgerên sosyalîst yên Tirkiyeyê bigirin girînge û got: “Di her xebata der barê aştiyê de em dikin divê em mafên Kurdan, astengkirin û xespkirina mafên Kurdan û encamên vê biaxivin.”   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin didome û hîna jî desthilatdariyê gavek navêtiye. Li aliyê din jî helwesta tevgerên sosyalîst û têkoşîna wan a di vê pêvajoyê de girîng e.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Burcugul Çubuk der barê pêvajoyê de, gavên divê bên avêtin û helwesta tevgerên sosyalîst axivî.   ‘Ji bo rizgariya Kurdistanê gavek mezin hat avêtin’   Burcugul Çubuk got tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê li dijî pirsgirêka Kurd parçe parçe disekinin û got: “Li dijî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê nêzîkatiya wan diguhere.  Ya herî xwe dide der belkî sekna li dij şoven e. Tevgerên Sosyalîst yên Tirkiyeyê ji îdeolojiya serdest newekheviyê qût nabin.Ji ber vê jî li pişt argumana dewletê dimînin. Ev mijarek cidî ye. Tevgera azadiya Kurd di mijara rizgariya Kurdistanê de gavek mezin avêtiye.  Netewên mêtînger di vê çarseriya pirsgirêkê de dibe ku xwedî gelek stratejiya bin. Ev mijar dikare nava pergalê de bê çareserkirin, bi şoreşê bê çareserkirin. Em dbiînin ku  bêyî pergalek bê hilweşîn ketiye pêvajoyeke çareseriyê. Ev  berê jî pêk hatibû.”   ‘Helwesta tevgerên sosyalîst girîng e’   Burcugul Çubuk balkişand ser helwesta tevgerên sosyalîst yên Tirkiyeyê û got di pêvajoyê helwesta ku ew bigirin girîng e û wiha domand: “Em kêmasiyên cidî dijîn. Di alî eniya Tirkiyeyê de me çîna karkeran nekir kirdeya têkoşîna aştiyê ya gelan.Em çiqas kirde ne?Ji ber ku der barê çîna karkeran de realîteyeke tevgera sosyalîst tune ye, pozîsyoneke ku tevli têkoşînê bên kirin jî tune ye. Di vir de pirsgirêkên cidî hene. Yanî em ji bo aştiyê çalakiyên mezin yên karkeran rêxistin nakin. Em di têkoşîna aştiyê de di tengasiyên mezin de ne.”   ‘Divê tevgera sosyalîst dîwarên xwe hilweşîne’   Burcugul Çubuk wiha dirêjî dayê: “Tevgera sosyalîst li cihê ku hêzê bide aştiyê, xwe dide alî. Em vê rexneyê bi hêsanî dikin. Kurd ketin bendewariyê. Ji dewletê bendewariya wan heye. Me çi kir?Me xeta çalakiya ku ew bendewarî pêk bê ava kir gelo?Me li kolanan têkoşîna aştiyê rêxistin kir. Me têkoşîna aştî û çînî ligel hev dît. Na, me ev nekirin. Divê tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê dîwarên xwe hilweşîne.Divê gav bên avêtin. Der barê pêvajoyê de ji bilî rapora komîsyonê tiştek di destê me de tune ye. Hewce bi destuerek bingehÎn a nû tuney e. Divê dawî li pêkanînên şaş bên anîn û ev jî ji xwe têr dike.”