Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê di roja duyemîn de ye 2026-05-03 21:36:28   AMED-2’emîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê li Qada Şêx Seîd di roja duyemîn de bi coşek mezin berdewam kir.   2’emîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat destpêkirin, li Qada Şêx Seîd di roja duyemîn de berdewam kir. Gelek jin tevl bernameyê bûn. Jinên ji navenda bajar û navçeyan hatin, li qadê kom bûn. Pankarta ‘Jin jiyane, bi rêvebirina jiyanê mafê me ye’ hat vekirin. Jin bi cil û bergên gelerî tevli bernameyê bûn û govend gerandin.   Di standan de berhemên jinan hatin raxistin. Di standan de alavên xemlê yên destan, xwarinên herêmî hatin nasandin. Standan eleqeyek mezin dît.