MYK’a DEM Partiyê dê bicive 2026-05-06 09:37:22   ENQERE - MYK’a DEM Partiyê dê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan îro bicive.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro saet di 10.30’ê de bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bicive. Tê payin ku geşedanên siyasî yên di demên dawî de û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were nirxandin.    Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê jî dê têkildarî pêvajoya 1’ê Gulanê agahiyan bide MYK’ê.    Di civînê de dê plansaziyeke ji bo 15 rojan jî were amadekirin.