ROJEVA 9'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-09 09:00:48     *Ji despêka jiyanê de ziman yek ji hîmên bingehîn e ku meriv hestê xwe, dan û sitendinên xwe û îfadekirina xwe pê radigihîne û dide famkirin. Jiyan bi ziman xwedî wate dibe. JI PÊNÛSA JINAN   *Jinên kurd ên li Rûsyayê tevli festîvalê bûn li ser çanda Kurdî û li ser girîngiya vê festîvalê axaftin kirin. Jinan wiha gotin:"Em dixwazin di Rûsyayê de hîn bêtir bidin naskirin û bikaribin ciwanên xwe miletê xwe berê wan bidin çanda Kurdî ku ji bîr nekin."DÎMEN HEYE    *Berdevka Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Şerîn Hesen da zanîn ku çarçoveya peymanê de vegerên li Efrînê wê bidomin û got: “Hevdîtinên ku çete ji malên Efriniyan derkevin didomin. Divê li seranserê Sûriyeyê îstîkrar hebe. Ji bo Sûriyeyek demokratÎk divê pirsgirêk ne li derve li hundir bên çareserkirin.” BI DÎMEN    *Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku di Roja Dayikan de  daxwaza wan a herî mezin "aştîyek bi rûmet" û azadiya girtiyan e û gotin, "Em makîneyên şuştina firaxan an kulîlkan naxwazin; em azadiya zarokên xwe dixwazin." DÎMEN HEYE   *Siyasetmedarên jin diyar kirin ku bêyî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê nikare bimeşe û gotin: “Em bi serokê xwe bawerin, em piştgiriya wî dikin. Berpirsyariya pêvajoya aştiyê dikeve ser milê me hemûyan.” DÎMEN HEYE   *Hevşaredara bajaroka Xelfetiyê Yildiz Tendîk Parîn der barê projeya GES’ê ya ku tê xwestin bê çêkirin de axivî û gut: “Projeyên GES’ê yên dixwestin li mêrgan çêbikin hene. Ev bandor li tenduristiya mirovan dike. Nexweşiyên wekê pençeşêr, KOAH’ê zêde bûne. Ev proje tenduristiya gel dikin xeterê. Em bi îradeya şaredariya demokratÎîk wê li dijî vê hilweşînê bin.” DÎMEN HEYE