Ji bo piştigiriya YPJ’ê helbest hatin xwendin 2026-05-09 21:37:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina JInan (YPJ) çalakiyeke xwendina helbestan hat lidarxistin.   Nivîsgeha Jinan a Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê, bi hevkariya Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), îro li Parka Xwendinê ya Hesekê ji bo piştgiriya YPG’ê çalakiyeke xwendina helbestan li dar xist.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Jinan a TEV-DEMê, Şêrîn Hesen axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinan tê zanîn.    Şêrîn Hesen diyar kir ku, "Divê jin di siberoja Sûriyeyê de rolekê bilîzin, û em diyar dikin ku YPJ`ê sembola hebûna jinan li herêmê ye. Em ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên xwe mezin bikin, û em piştgiriyê didin YPJ`ê û em ê her gav li pişt wan bin."   Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê Feyrûz Reşik jî, axivî û diyar kir ku YPJ`ê nûneriya hebûna jinan li herêmê ye.   Piştî axaftinan komek helbestvanên jin helbestên xwe yên derbarê YPJ`ê û şoreşa Rojava de xwendin.