Enstîtuya Kurdî ya li Swîsreyê: Dudilî nebin ku li her derê bi Kurdî biaxivin 2026-05-15 10:00:44   NAVENDA NÛÇEYAN  - Enstîtuya Kurdî ya li Swîsreyê, da xuyakirin ku zimanê Kurdî ji bo Kurdan bîr, dîrok û çande û got, “Ziman nebe em nikarin behsa hebûna xwe bikin” û banga bi zarokên xwe re û li her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin kir.   Enstîtuya Kurdî ya li Swîsreyê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand û vê rojê li gelê Kurd pîroz kir.   Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku her gel bi zimanê xwe dijî û ev tişt hat gotin, “Ziman bîr, dîrok, çand û nasnameya gelekî ye. Zimanê Kurdî ji bo me Kurdan mîna laşeke. Ziman nebe em nikarin behsa hebûna xwe bikin.”   Enstîtuya Kurdî, da zanîn ku di 15’ê Gulana 1932’yan de, rewşenbîrên Kurd ên wekî Mîr Celadet Alî Bedirxan, Qedîrcan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Nûredîn Zaza kovara Hawar li Şamê weşandine. Her wiha hat gotin ku Hawar yekem kovara Kurdî bû ku bi tîpên Latînî hatibû weşandin û ji bo zimanê Kurdî xalek girîng bû.   Enstîtuya Kurdî got, “15’ê Gulanê ji bo zimanê Kurdî şoreşek bû. Hewar bû bangek û dibistanek ji bo ziman. Nivîskar, helbestvan û xwendevan bi saya Hawar hatin ba hev. Ji ber vê yekê, 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.”   Enstîtuya Kurdî, bal kişand ser cihê zimanê Kurdî di jiyana gel de û diyar kir ku ew dengê dengbêjan, lorîna dayikan û çanda gel e.   Her wiha hate destnîşankirin ku zimanê Kurdî tevî polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên bi salan jî, hatiye parastin. Hate gotin ku dayik, hunermend, nivîskar û parêzvanên ziman zimanê Kurdî zindî dihêlin.   Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd hatin kirin:   * Bi zarokan re bi Kurdî biaxivin,   * Bi Kurdî pirtûkan bixwînin û binivîsin,   * Piştgiriya muzîk, fîlm û xebatên çandî yên Kurdî bikin,   * Dudilî nebin ku li her derê bi Kurdî biaxivin.   Di dawiyê de, hate gotin ku divê zimanê Kurdî ji nifşên siberojê re were veguhestin û hat gotin ku ziman yek ji mîrateyên herî girîng ên gelê Kurd e.