Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayên binpêkirinê 2026-05-17 09:05:04   Bûşra Turan   IDÎR - Parêzer Şaziye Cantepe balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û got: “Polîtîka binpêkirinê ya bi zanebûn tê meşandin, girtiyan ber bi mirinê ve dibe. Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê, gelek bûyerên întîxarê pêk hatin.”   Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene û ji van 335 girtî rewşa wan giranin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan di sala dawî de 5 hezar û 283 binpêkirin hatine jiyîn û ji serlêdanan ji sedî 34 îşkence û binpêkirinên nebaş, ji sedî 17 ji ber binpêkirinên mafê tenduristiyê ye. Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dumlu ya Erziromê sewqkirina girtiyan a neaxwşexaneyê herî kêm 4 mehan tê taloqkirin û girtiyên nexweşê pençeşêrê pirsgirêkên cidî dijîn.   Nûnera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îdirê parêzer Şaziye Cantepe der barê miajrê de axivî.   ‘Girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê’   Şaziye Cantepe balkişand ser binpêkirinên mafan û rewşa girtiyên nexweş û got binpêkirin gihiştine astek cidî û wiha pê de çû: “Xwegîhandina doktoran dermanan bi sînore. Yên çavên xwe de pirsgirêkan dijîn nikarin xwe bigihînin berçav. Ji nexweşxaneyan girtina randevuyê zehmete. Îdareya girtîgehê di vê mijarê de ne eleqedere. Li ser nasekine. Dermanên wek yên tansiyonê didin lê rewşa van nexweşan çiye di kîjan astê de ye nayê zanîn. GirtiyênTîpa S yên Îdirê bi mehan nikarin biçin doktor.”   ‘Înfaz tên şewitandin’   Şaziye Cantepe daxuyakirin ku girtiyên înfaza wan temam bûye nayên berdan û wiha pê de çû: “Girtiyên înfaza wan qediyane nayên berdan. Ji 2025’an de ye tê nîqaşkirin. Pêajoyek aştiyê heye. Lê girtiyên 30 sal in girtine û nexweşin nayên berdan. Mirovên 30 salên xwe tije kirine, 32 sal 33 sale girtîne hene. Divê ev maf demildest bê dayîn. Mînak Cîhan Keskîn li girtîgeha Tîpa S dimîne. Divê demildest ev maf bê dayîn.”   Berçavk nadin girtiya   Şaziye Cantepe di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Mafê tenduristiyê bi zanebûn tê astengkirin. Astengkirina mafê tenduristiyê rîskên mezin dihewîne. Muvekîlê mey ê Îranî heye. Adîl Reşîdî. Nêzî du salan berçavk nedanê. Li aliyê dingirtiyekî din yê divê di nexweşxaneya sînîr û rih de bihata razandin hebû. Îdareyê got ‘Em dixwazin bibin doktor lê nayê an jî heta ber derî dibin naxwaze leşker bikevin hundir’. Ev kes divê bin kontrolê de be, nexweşiya wî giran bûye. Divê di navenda rehabîlîtasyonê de bimîne an jî bê berdan.”   ‘Ruken Yilmaz bi gelek nexweşiyan re têdikoşe’   Şaziye Cantepe got kapasîteya Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hewcedariyên girtiyan nayne cih û wiha pê deçû: “Girtiya nexweş Ruken Yilmaz heye. Ji dil nerehete, nexweşiya wê ya xwînê heye. Zivistanê ji bo wê gelek pirsgirêk çêdibin. Divê necemide. Tevî temenê wê yê biçûk li dijî nexweşiyan têdikoşe. Rewşa wê her tiçe giran dibe. Gelek girtî têkoşîna jiyanê didin. Nikarin randevuyan bigirin. Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê gelek bûyerên întîxarê hatin jiyîn. Em 6 heban dizanin lê hîn zêdetire. Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê pêkanînên kêfî hene. Bi awayekî kêfî surgun tên jiyîn û înfaz tên şewitandin. Li girtiyan mobîng tê kirin. Mixabin ji derveyê qanûnan wêdetir pêkanînên kêfî tên meşandin.”