‘Ji bo zarokan pêdivî bi guherîneke paradîgmayê heye’ 2026-05-17 18:32:59   AMED - Roja yekemîn a komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ ku bi pêşentiya Komaleya Berî Her Tiştî Zarok tê lidarxistin bi rûniştina duyemîn bi dawî bû.   Bi pêşengiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û bi tevlibûna gelek saziyên sivîl ên ji bajarên heremê li Amedê Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” hate lidarxistin. Komxebata ku îro destpêkê kir bi du rêniştinan bi dawî bû. Di rêniştina duyemîn de parêzvana mafên zarokan Sevînç Koçak û aktivîstê mafê mirovan Emrah Kirimsoy wek axivêr tev li bernameyê bûn.   Sevînç Koçak li ser mijara ‘Avakirina bajarên demokratîk a bi zarokan re: Jiyana bi hev re ya beşdarbûnê’ axivî. Sevînç Koçakê di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e rola zarokan di qada giştî de ji nû ve bê pênasekirin û wiha axivî: “Heke em behsa sêwiraneke hevpar a bi zarokan re bikin, divê em pênaseya subjebûnê ji nû ve ava bikin. Niha li vir pêdivî bi guherîneke paradîgmayê heye. Pêwîst e em ji van qadên mekanî û çandî yên ku tenê ji bo serfkirinê hatine yek tîpkirin û her wiha ji nêrîna ku ev der tenê ji bo mezinan hatine afirandin, derkevin. Em dikarin paradîgmayeke ku zarok tê de hilberîner û bikir in çawa ava bikin? Ev tenê di bajarekî ku zarok di sêwirana wê de beşdar in û em bi awayekî entegre bi zarokan re dijîn de pêkan e. Em dikarin behsa bajarekî bikin ku zarok hilberînerên çalak ên derbirîna çandî û hunerî ne. Em dikarin behsa qadên giştî bikin ku ligel derfetên îfadekirin û beşdariya bi zimanê dayikê hatine sêwirandin û afirandin. Gava em dinêrin, em dibînin ku zarokên keç hene, zarokên koçber û penaber hene. Zarokên astengdar hene û ev jî di nav xwe de ne homojen in.   Zarokên li kolanan dijîn an tên xebitandin hene. Zarokên xizan hene; pirsgirêka çînî li vir pir girîng e. Derdê zarokên ji çînên cûda yên di bajêr de ne yek e, lewma em nikarin nakokiya çînî paşguh bikin. Mînak, zimanê dayikê tenê pirsgirêka tebeqeyekê nîne. Her wiha, zarokên ji komên cuda yên etnîkî û çandî hene. Carinan, dema em tenê bala xwe didin newekheviyên li ser xwe, em newekheviyên ku li ser komên din tên afirandin nabînin. Di vî bajarî de zarokên xwedî pirrengiya çandî hene. Mînak Dom hene û zimanê wan ê zikmakî li ber windabûnê ye û di nav zimanên di metirsiyê de ye. Lê dîsa jî ew di plansaziyê de “tune” tên hesibandin. Divê em li ser pirsa çawa bi hev re vê cihêrengiya çandî biparêzin, bifikirin.”   ‘Divê pêvajoya avakirina bajaran bi zarokan re bê çêkirin’   Paşê jî Emrah Kirimsoy derbarê ‘Ji bo maf û azadiyên zarokan refaqeta guherînê’ axivî. Emrah Kirimsoy destnîşan kir ku divê mezinên ku zarokan tenê wekî hebûnên ku hewceyî parastin û rênîşandanê ne dibînin û wiha got: “Zarok wek muxatab bibînin û li gorî wî ji wan re bikevin têkiliyan. Divê pêvajoya avakirina bajaran bi zarokan re bê çêkirin. Ne tenê ji bo zarokan bajarekî bi ewle bên avakirin; ji bo zarokan ve qadeke jiyanê bi hevre bên avakirin. Dema biryar tên sitandin pêwîste ku fikrên zarokan jî were guhdar kirin. Di têkiliyên navbera zarokan de tenê di metnan de sînordar nemînin. Di her astê de hest û ramanên zarokan divî bê dîtin.”   Piştî axaftina maseyên atolyeyan hatin lidarxistin û komxebat bi dawî bû. Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dê dibê berdewam bike.