Di ser qetilkirina Denîz Poyraz re 5 sal derbas bûn 2026-06-17 10:33:10 Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Di ser qetilkirina Denîz Poyraz ku di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de ji aliyê Onur Gencer ve hatibû qetilkirin re 5 sal derbas bûn.   Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de kujer Onur Gencer êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû. 5 sal in hêzên ku Denîz Poyraz qetil kir, derneketin holê. Kujer Onur Gencer hatibû darizandin di rûniştin 6’an de ji bo wî biryar hatibû dayîn. Dadgehê ji sûcê ‘bi plankirî kes kuştinê’ cezayê muebetê, ji sûcê ‘zirar daye mal’ 4 sal, ji sûcê ‘binpêkirina destnedana avahiyê’ 2 sal û ji sûcê ‘muxalefetî qanûna çekan’ 3 sal ceza dabûye.   Hedefgirtina Denîz Poyraz   Malbata Deniz Poyraz di sala 1982’yan de, wekî gelek malbatên din ên Kurdistanê, ji ber zextan ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kir. Denîz Poyraz di 5’ê Îlona 1983’yan de li Îzmirê hate dinê.   Di malbatekê de mezin bû ku li dijî siyaseta tunekirin, înkar û zextan li ser gelê Kurd têkoşîn dikir. Li Îzmîrê jî di temenekî biçûk de bi zextan re rû bi rû ma. Dema ku di dibistanê de bû, ji ber girtina bavê xwe û mecbûrbûna dayika xwe ya kar kirinê, perwerdehiya xwe hişt û berpirsiyariya lênêrîna xwişk û bira xwe girt ser milên xwe.   Ji zarokatiya xwe ve di têkoşîna gelê Kurd de cih girt û tevî malbata xwe li hemberî hemû zextan têkoşîna xwe domand. Di roja 17’ê Hezîrana 2021’an de, Deniz Poyraz ji ber nexweşbûna dayika xwe di avahiya HDP de bû. Di heman rojê de Onur Gencer êrîşî avahiyê kir û Deniz Poyraz qetil kir.   Li hember avahiya HDP’ê konteynereke polîsan hebû. Tevî ku polîsan di tevahiya rojê de kesên ku diçûn û dihatin dibînîn, fail bi çenteyeke di destê xwe de ket avahiyê. Tevî dengê guleyan, polîsan negihiştin hundir û gotin ku ew li bendê yelekên parastinê ne.   Dema ku bi sedan kes li ber avahiyê kom bûbûn, kesek nehat hundir. Hate gotin ku heta ku fail derket derve hat li benda wî mayîn. Li gorî şahidan, dema ku fail derket derve, polîsekî pirsî: “Çente li ku ye?” û paşê got: “Navê te çi ye birayê min?”   Fail piştî tenê 20 saetan di bin çavdêriyê de mayîn, hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Şakranê. Ji bo şopandina dosyaya ku li ser wê biryara nehêlinê hatiye dayîn, tîmeke nêzî 30 parêzeran ji OHD, Şaxa Îzmîrê ya ÎHD û ÇHD hate avakirin.   Piştî komkujiyê wêneyên gumanbar yên li Minbicê hatibûn kişandin derketin holê û gelek aliyan got li pişt komkujiyê hêzên din hene. Di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê de lêpirsînek bi bandor nehate kirin xebatek komkirina delîlan nehat kirin.   Piştî serlêdana îstînafê ya parêzeran, dosya ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Îzmirê ve bi hinceta kêmasiyên rêgezî hate betal kirin. Lê dadgeha îstînafê di Cotmeha 2023’an de cezayê dayî pejirand û biryar erê kir.   Parêzerên malbata Deniz Poyraz û parêzerên ku dozê dişopînin, bi daxwaza venekolîna têkiliyên fail, rol û berpirsiyariya karmendên dewletê yên ku zemîn ji bo komkujiyê amade kirine û vekirina dozê ji nû ve, têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin.