Berxwedana li dijî JES 'ê di roja 49'an de ye 2026-06-20 16:53:33   MÛŞ - Çalakiya nobedariyê ya li dijî projeya JES'ê ya li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê ku hatiye destpêkirin ji aliyê gundê Daçî ve hate dewergirtin.   Li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê, çalakiya nobedariyê ya konê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgim ve li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê IGNIS H2 Energy Production Inc. a li Amerîkayê hatiye plankirin hatiye destpêkirin, berdewam dike. Di roja 49'emîn a çalakiyê de, li ser konan pankartên bi nivîsa "Ev erd mîrata me ye, ji pêşerojê re hatiye spartin. Em JES'ê naxwazin" hat daliqandin.   Di roja 49'emîn a çalakiyê de, niştecihên gundê Daçî çalakiya nobedariyê dewer girtin.   Serdanên hevgirtinê yên çalakiya nobedariyê berdewam dikin.