Sultan Dag li ser gora xwe hat bibîranîn 2026-06-23 20:09:06   MÊRDÎN - Sultan Dag ya YJA-STAR’î  ku di 23’ê Hezîrana 2024’an d eli herêma Mawa ya Gabarê jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn.    Sultan Dag (berîtan Nûrhak Çiya)  ya YJA-STAR’î  ku di 23’ê Hezîrana 2024’an d eli herêma Mawa ya Gabarê jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn.Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER)  li gundê Şêxmehmut a Mahsert a Mêrdînê bername bi tevlibûna gelek kesî pêk hat.   Rêvebera MEBYA-DER’ê Fatima Sayar axivî û kesên di têkoşîn azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.   Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salîh Kuday jî axivî û got hêviya wan eve ku aştî bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re pêk bê.   Bîranîn bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ bidawî bû.