Li Wanê mirina bi guman a zarokekî 2026-07-01 15:14:36   WAN - Li navçeya Tûşbayê li nêzî bazara heywanan zarokekî 2 salî yê ket bîra avê, bi gumaqn jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Tûşba ya Wanê, Onûr Bunyamin Saraç ê 2 salî yê ku li nêzî bazara heywanan di bîrê de wer bû, jiyana xwe ji dest da. Welatiyên li derdorê yên ku dîtin zarok di bîrê de wer bû, haya tîmên rizgariyê û tenduristiyê pê xistin. Tîmên ku hatin cihê bûyerê, zarok ji bîrê derxistin. Hat diyarkirin ku zarok jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê zarok ji bo otopsiyê rakirin morgê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.