Nevîn Îl hat defînkirin: Dê têkoşîna wê bijî 2026-07-07 13:25:54   AMED - Seroka DTSO'yê Nevîn Îl ku li Stenbolê wefat kir, li Amed hate definkirin. Jin, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên cûrbecûr ên ku di merasîma cenazeyê Nevîn Îl de axivîn, diyar kirin ku ew ê mîrateya ku Nevîn Îl di têkoşîna azadiya jinan, civaka sivîl û cîhana karsaziyê de hiştiye biparêzin.   Nevîn Îl li nexweşxaneyek Stenbolê ku lê dihat dermankirin wefat kir, piştî merasîma cenazeyê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate definkirin.   Malbata Nevîn Îl, siyasetmedar û nûnerên gelek sazî û rêxistinan beşdarî merasîma li Goristana Yenîkoyê bûn. Di axaftinên ku di merasîmê de hatin kirin de, tevlibûn Nevîn Îl di têkoşîna azadiya jinan, xebata wê di civaka sivîl de û rola wê di cîhana karsaziyê de hatin destnîşankirin.   'Ji bo gelek jinan bû çavkaniya hêzê'   Sevim Vural li ser navê Meclîsa Jinên Karsaz a DTSO'yê axivî û diyar kir ku Nevin İl jiyana xwe ji bo têkoşîna wekhevî û azadiya jinan terxan kiriye û destnîşan kir ku ew bi xebat û ruhê xwe yê têkoşer ji bo gelek jinan bûye çavkaniya hêzê.    Sevîm Vural bi destnîşankirina ku Nevin İl di salên 1990'î de di nav damezrîner û nivîskarên Kovara Jinên Kurd a *Jiyan* de cih girtiye, diyar kir ku ew bi salan di tevgera jinên Kurd de çalak bûye.    Sevim Vural her wiha destnîşan kir ku Nevîn İl di damezrandina Meclîsa Jinan a di nav Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amed (DTSO) de roleke pêşeng lîstiye û got, "Wê roleke berfireh û yekgirtî girt ser xwe bêyî ku nasnameya xwe ya Kurd an helwesta xwe tawîz bide."   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Nevin İl wekî "şoreşgerek, welatparêzek û jineke ku qet dev ji têkoşîna xwe berneda" pênase kir. Serra Bucak bi bîr xist ku Nevin İl heta dawiya jiyana xwe xebatên xwe domandine û got: "Ew heta kêliya dawî ya hêza xwe beşdarî civîn û çalakiyan dibû.  Her tim ew kes bû ku piştgirî û hêz dida. Ew piştevaniya ku îro jin û civak nîşanî wê didin, şahidiya herî mezin a wê mîrateya kûr e ku wê li pey xwe hiştiye."   Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî diyar kir ku Nevin İl jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan terxan kiriye û wiha lê zêde kir: "Em xatir ji hevaleke şoreşger, welatparêz û femînîst dixwazin. Xwişka Nevin ji bo me hemûyan hevalek bû. Em ê xwedî li têkoşîn û xebatên wê derkevin."   Piştî axaftinan, tabûta Nevin İl li ser milên jinan hat hilgirtin û li Goristana Yeniköyê hat definkirin.   Hat ragihandin ku sersaxiya ji bo Nevin İl dê li Mala Sersaxiyê ya Weqfa Orfioğlu ya ku li ser "Rêya 50 Metreyî" ya navçeya Peyasê ye, were qebûlkirin.