Li Agiriyê ji bo zarokan sînema 2026-07-09 21:25:30   AGIRÎ – Li Qada Bajar a Şakiro ji bo zarokan bernameya sînemayê pêk hat.   Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn ya girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Şaredariya Agiriyê li Qada Bjar a Şakîro ji bo zarokan bernameya sînemayê pêk anî. Zarokan eleqeyek mezin nîşan da. Hevşaredar Hazal Aras, endamên meclîsa şaredariyê û gelek zarok û malbat tevli bûn.   Bername piştî nîşandana fîlm bi xwarinên ku li zarokan hatin belavkirin bidawî bû.