Heyeta Îmraliyê wê roja çarşemê hevdîtineke krîtîk pêk bîne 2026-07-13 13:16:19   ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê roja Çarşemê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala re hevdîtinê pêk bîne.   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di hefteyek krîtîk de ye. Tê payîn ku di nava hefteyê de geşedanên girîng rû bidin. Çavê raya giştî jî li Meclisê û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ye. Li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî nîqaş berdewam dikin. Kabîneya Serokkomariyê ku îro bi serokatiya Serokkomar Tayîp Erdogan dicive jî dê yek ji rojeva wê pêşnûmeya qanûna çarçoveyê be. Tê payîn li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyê di civîna kabîneyê de nîqaş werin kirin û piştre jî pêşnûme ji partiyên siyasî re bê şandin.   Li gorî agahiyên ji rayedarên DEM Partiyê hatin wergirtin; Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji dê roja Çarşemê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala re hevdîtinê pêk bîne. Rojeva sereke ya van hevdîtinan jî pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ye û dê nîqaş û gotûbêj li serê bê kirin. Rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku divê qanûna çarçoveyî di nava endamên rêxistinê de neyê kategorîzekirin û weke ku di hevdîtina 24ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye muzakerêkirin bê rojevê.   Li aliyê din jî yek ji rojeva sereke ya pêvajoyê jî çûna Heyetê ya ji bo Girava Îmraliyê ye û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. Heyeta DEM Partiyê herî dawî di 24ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û ji wê rojê ve tu hevdîtin pêk nehatin. DEM Partî û KCK jî rexneyan li desthilatê digire û dibêje ku li pêşiya hevdîtinê astengî heye û li dijî vê nerazîbûn nîşan didin.   Piştî geşedanên vê hefteyê tê payîn ku piştî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji aliyê kabîneya Serokkomariyê ve hat nîqaşkirin ji partiyên siyasî re bê şandin û piştre jî Heyeta DEM Partiyê biçe Girava Îmraliyê û nêrîn û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigire û bi raya giştî re parve bike.