18 saziyên jinan daxwazên xwe ji sekreterê giştî yê NY’ê re ragîhand 2026-07-27 17:36:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi 18 saziyên jinan ên Sûriyeyê re civiya. Di civînê de jinan li ser rewşa jinan û binpêkirina mafan hatin ragihandin û daxwaza mîsogerkirina mafên Kurdan hat kirin.   Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li Şamê bi nûnerên 18 saziyên jinan ên Sûriyeyê re civînek çêkir.   Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirina Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed jî li ser navê Kongra Star beşdarî civînê bû. Li gorî agahiyên ku Rûken Ehmed dane, beriya niha 18 saziyên jinan wek 3 kom xwe bi rêxistin kiribû û der barê rewşa Sûriyeyê de civînên online pêk anîbûn. Van sê koman 3 name amade kiribûn û di civînê de her sê name hatin nîqaşkirin. Naveroka nameyan li ser rewşa jinan, aborî, edalet, rewşa civakî ya Sûriyeyê bû. Her wiha di nameyekê de jî bal kişandine ser kiryar û binpêkirinên li dijî gelê Şêxmeqsûd, herêma peravê û gelê Siweydayê. Dîsa mijara parastina mafê Kurdan û rakirina encamên polîtîkayên Kembera Erebî di nameyê de hatine diyarkirin.   Antonio Guterres jî diyar kiriye ku dê li ser daxwazên di nameyan de rawestin. Her wiha ew jî dizanin ku beşdariya jinan di hikumeta demkî ya Şamê de kêm e, di van mijaran de jî bi hikumetê re di nava nîqaşan de ne.   Her wiha Rûken Ehmed diyar kir ku Kongra Star jî nameyeke taybet daye Antonio Guterres.