Rejîma Îranê ji heman malbatê 3 kes qetil kir 2026-07-27 22:42:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên hatin girtin, li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlekariyê ya rejîma Îranê ve wênekêşek, dayik û xwişka wî hatin kuştin.   Li gorî agahiyên medyayê, li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ser bi rejîma Îranê mêrek û du jin bi guleyan kuştin. Medyayê daxuyand ku li bajarê Sine hêzên ewlekariyê gule li wênekêş Mehdî Tewekulî temen 37 sal û malbata wî reşandin.   Hate ragihandin ku di encamê de Medenî Tewekulî, dayika wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewekulî hatine kuştin.