ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-28 09:00:00     *Mêrên ku  tevli atolyeya ‘di avakirina civaka demokratîk de veguherîna mê’ bûn, diyar kirin ku azadiya jinê bi çareserkirina zîhniyeta serdest ya mêr pêkan e û gotin divê guherîn ewil ji malê destpê bike. DÎMEN HEYE    *Eylem Oklu ya TJA’yî êrîşên li ser jinan nirxand û da zanîn ku bi armanca mezinkirina piştevaniya jinan û xurtkirina parastina cewherî, li her qadê xebatên li ser komunên parastina cewherî dimeşînin.DÎMEN HEYE    *Dayika Aştiyê Meryem Erbey  ku du zarokên wê di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, keça wê gazî , kurekê wê girtî û yek jî surgun e, wiha got: “Heta Serok azad nebe em nikarin bêjin aştî. Ger ev pêvajoya aştiyê xera bibe wê tenê gelê Kurd bi bandor nebe.”DÎMEN HEYE