Tundiya kolonyal, qirkirina cih û bîra sînemayê 2026-07-31 09:04:41       Kolonyalîzm wekî nivîsandina dîroka kevneşopî pêşkêşî me kiriye ne tenê binpêkirina sînoran e, xespkirina çavkaniyên bin erdê yan jî pratîka desteserkirina îdarî ye. Ev hemû encamên şênber ên mekanîzmaya binpêkerinê ye. Lê hêza esas a kolonyal, di kapasîteya wê ya cih, dem û kirdeyê de veşartiye. Hejandina ontolojîk ya ku Frantz Fanon di Lanetkiriyên Rûyê Erdê de li ser sekiniye, bi hedefkirina çand, rih û axê destpê dike. Tundiya kolonyal, rejîma tundiyê ya giştî ya ku kokên çandî tune dike û ji derveyê dîrokê dihêle ye.    Fatoş Sterk   Ev pêvajo ne tenê dagirkirina fîzîkî ye, pêvajoya qirkirina bîrê ye. Desthilatdariya binpêker, neçare bîra erdnîgariya ku mulkiyeta wê îdia dike tune bike; ji ber ku bîr keleya herî xurt a berxwedanê ye. Hannah Arendt, diyar dike ku di çavkaniyên totalîrarîzmê de hêza herî mezin a desthilatdariyê di kapasîteya ku qurbaniyên xwe tîne rewşa hebûnên şîna wan nayê girtin de veşartiye. Kolonyalîzm jiyanên diyarkirî ji derveyê qada cemawerî dihêle û bê nav dihêle. Di vê nokteyê de sînema ne tenê hilberîneke estetîk, di alî Arendtî de pratîka avakirina ‘qada dîtbarî ye’. Sînemaya ku tecrubeyên nayên qebûlkirin digire kadrajê, kirdeya ku tune tê hesibandin ji nûve wek aktorekî dîrokî derdixe pêş.   Em mînakên herî şênber yên qirkirina cih war îro li erdnîgariya Kurdistanê li bajarê ku bi çekên giran bê bîr hatine hiştin dibînin. Wêrankirina taxên ku dilê gel dihatin dîtin, mîmariyên dîrokî yên îradeya jiyana kolektîf a li wan kolanan bi tankan hatin tunekirin, çanda jiyana hevpar û bîra berxwedanê hedef hat girtin. Îradeya ku avahiyên wê yên kevir hatin hilweşandin, di esasê de armanca tunekirina berdewamkirina dîrokî û peyaman civakî hat kirin. Ev ne tenê hewldaneke fîzkî ye ev hewldana bê çand û bê ruh hiştinê ye. Benedict Anderson di Cemaetên Xeyalî de  diyar dike ku avakirina neteweyî li ser tahayula kolektîf û bîreke hevpar tê meşandin; tundiya kolonyal jî ji bo parvekirina vê cemaata xeyalî sembolên cih û war tune dike. Her wiha dîroka hezaran salan bi projeyên bendavê tên binavkirin, kûrahiya erdnîgariyê di alî fîzîkî de tune dike. Gor tên texrîbkirin. Ev hilweşîn, êrîşeke raste rast li hember qadên jiyanê hatiye kirinê ye.   Ev pêşketina sînemaya Kurd ya di bin lepê înkar û hilweşînê de, ne feraseteke estetîkê ya tesadufî ye, refleksek hewl dide li jiyanê bimîne ye. Fîlmê ‘Rê’ yê Yilmaz Guney ne tenê vegotineke çîrokî ye, di heman demê de nexşerêya sosyalojîk a civakê ya di bin mêtîngeriyê de ye. Yilmaz Guney bi senaryoyên li girtîgehê nivîsiye, sînorên cih û demê bezandiye, hîmên dagirkirina erdnîgarî, tundiya dewletê û sînoran a di sînemaya Kurd de avêtiye. Rêwitiya kesên di bin berfê de ya di fîlmê Rê de, meşa bi êş a gelê di bin binpêkirinê de ye. Bi taybet sahneyên berfê yên di fîlm de, ne tenê dekora erdnîgariyê di heman demê de rewşa dagirkirinê ya li ser karekteran nîşan dide. Sahneya ku Seyît Alî di wê sermayê de hildigire ser pişta xwe, wêneyê trajîk yê tundiya kolonya û polîtîkayên kevneşopî yê mêr ku çawa jinan heps dike, nîşan daye.   Sînema cih û war di dema niha de dicemidîne û qeydê arşîvê dike. Paul Greengrass’ın Bloody Sunday bi fîlmê (Bazara Bi Xwîn) dişibe fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ yê sînemaya Kurd.. Bloody Sunday, qetilkirina sivîlên bê çek yên di sala 1972’yan de li bajarê Derry yê Bakurê Îrlandayê, dimeşiyan hatin qetilkirin vedibêje. Di vir de kamera ne şopdareke, şahid e.   Tundiya desthilatdariyê bi kûrahî dide hîskirin. Greengrass, li şûna tundiyê estetîze bike, xwezaya wê ya parçekirî û demî digire bin qeydan û  tundiya dewletê dike arşîveke ku nikare bê înkarkirinê. Kamera nêrîna binpêkirinê xera dike, perspektîfa kolanê yanî yên hatine binpêkirin digire navenda xwe.   Ev pratîka arşîvkirina dîmen; di fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ de dibin astek hîn pêşketî û radîkal. Fîlmê ku pevçûnan dike mijar, ne tenê çîroka berxwedanê, şahidiya tunebûna cih e. Kolan bi çekên giran tên tunekirin, darbe li çanda jiyanê ya dîrokî ya gel tê xistin.    Nîşe: Beşa duyemîn a nivîsê hefteya pêş wê bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmara 37’an a Kovara Jineolojiyê ya mijara dosyaya ‘Jin û aştî’ bi kurtasî hatiye girtin.