Ji jinan atolyeya boyaxkirina camê 2026-07-31 15:53:32   AGIRÎ – Navenda Piştevaniya Jinan a Zinê li Agiriyê atolyeyeke boyaxkirina camê li dar xist û jin anîn gel hev.   Navenda Piştevaniya Jinan a Zinê ku girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Şaredariya Agiriyê ye, atolyeya boyaxkirina camê ji bo jinan organîze kir.   Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jinên din beşdarî atolyeyê bûn.   Atolye rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. Jinan bi hev re boyax kirin û beşdarî pêvajoya afirîner bûn. Di atolyeyê de bal hat kişandin ser girîngiya xurtkirina piştevaniya jinan û berfirehkirina qadên hilberîna kolektîf.