Ji nişeyên cara ewil hatine bidestxistin jiyana Esen û Elîf Aslan 2026-08-03 09:04:28   Rojda Aydin   AMED – Piştî derbasbûna 26 salan, çîroka jiyana Esen Aslan ku xebatkara Ozgur Halkê bû û xwişka wê ya mezin Elîf Aslan ku du sal şûnda di oxira heman dozê de jiyana xwe ji dest da, bi rêya nîşeyên  bavê wan Bakî Aslan ku cara ewil gihîştin ber dest, derketin holê. Ev nîşe şahidiya jiyana du xwişkan dike; jiyaneke ku bi sirgûn, girtin, zilm û têkoşîna ji bo çapemeniya azad hatiye şekilkirin.   Rojnamevanên ku şopa xwe li ser dîroka çapemeniya azad hiştine û jiyana xwe ji dest dane, hêj jî di bîra me de cih digirin. Xebatkara Ozgur Halkê Esen Aslan ku piştî çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” di 3’yê Tebaxa 2000’î de jiyana xwe ji dest da, yek ji van navan e. Piştî Esen Aslan, xwişka wê Elîf Aslan jî bi heman sedemÊ jiyana xwe ji dest da. Piştî 26 salan, ew nîşeyên ku bavê Esen û Elîf Aslan, Bakî Aslan derbarê zarokên xwe de nivîsandinû cara ewil derket holê. Ev nîşe ronahiyê dixe ser gera her du xwişkan; ji zarokatiya wan bigire heta xebata wan a di çapemeniya azad de û ji zextên ku ew rûbirû mane bigirin heta kêliya ku jiyana xwe ji dest dan, cih digire.   Esen Aslan a ku jiyana wê bi sirgûn, girtin û gefan şekil girtibû, di 16’ê Cotmeha 1981’ê de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Zaroktiya wê ligel wê heyamê hevdem bû ku têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê geş dibû. Li gorî vegotina bavê wê Bakî Aslan, dema PKK’ê nas kirine şopeke kûr li ser malbatê hiştiye.   Piştî demekê, li dijî Bakî Aslan bi îdiaya ku “alîkarî daye PKK’ê”, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Piştre, di 25’ê Cotmeha 1992’an de, malbat hat sirgûnkirin û neçar man ku koçî navçeya Heranê ya Rihayê bikin. Bakî Aslan behsa wê yekê dike ku ew ji ber hem sirgûnê Heranê hatine kirin û hem jî ji ber ku ji Amedê ne rastî cudakariyê hatine û diyar dike ku herçend rêveberê dibistanê qebûl nekiribû zarokên wê tomar bike jî, pêvajoya tomarkirinê di dawiyê de bi saya destwerdana xebatkareke jin bi serkeftî pêk hatiye.   Bakî Aslan destnîşan dike ku helwestên cudakariyê yên li hemberî kurdan di wê demê de li herêmê berbelav bûn, Esen Aslan jî di zarokatiya xwe de şahidê vê yekê dike. Esen Aslan, ku her wiha rexneyan li pergala perwerdehiya dibistanê dike, dibîne ku beşeke mezin a zarokan ji ber ku li zeviyên pembo dixebitin ji perwerdeyê bêpar dimînin û piştî meha Nîsanê jî nîvê polan vala dibin. Wê pêşniyara rêveberiya dibistanê ya ji bo nîşandana wêneyê xwe li ser tabloya serkeftinê red kir û got: “Ew hewl didin bi vê yekê têkçûnên xwe veşêrin.” Herwiha ew diyar dike ku ew ne hêjayî wan bawernameyên spasdariyê bû ku wergirtine, ji ber ku ew bawername nîşandêrê kalîteya perwerdeyê nebûn.   Ji ciwanên HADEP’ê heta Ozgur Halkê   Piştî dibistana navîn, malbat ji bo perwerdeya zarokên xwe mala xwe bar dike navenda Rihayê. Di salên xwe yên lîseyê de, Esen Aslan beşdarî çalakiyên ciwanan ên Partiya Demokrasiya Gelan (HADEP) bû. Di vê demê de bi xwişka xwe Elîf Aslan û bavê xwe ve tê binçavkirin. Dema ku di binçav de bûn, ji wan hatiye xwestin ku îfadeyên heqaretê li ser Tevgera Azadiyê bidin, wan bi berzkirina dirûşmeyan ligel xwişka bersiv da.   Piştî lîseyê, ew li Beşa Makîneyên Çandiniyê ya Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Heranê hat qeydkirin. Lêbelê, piştî demekê, ew wekî nûnera Rihayê ya kovara Ozgur Halkê dest bi kar dike.    Gefên mirinê   Piştî ku bû nûnera Ozgur Halkê, binçavkirin û gef zêde bûn. Bavê wê, Bakî Aslan, ew dem di nîşeyên xwe de wiha pênase kir: “Dema serê sibê ji malê derdiket, hat binçavkirin û piştî nîvro dereng hat berdan.” Piştî zêdebûna gefên kuştinê, ew derbasî navenda giştî ya Ozgur Halkê ya li Stenbolê dibe. Piştî ku nêzîkî sê mehan li vir dixebite, ew ji bo buroya Îzmîrê tê erkdarkirin.   Dema ku li Îzmîrê karê xwe didomîne, ew ji hevkarên xwe yên li bajêr re dibêje ku dixwaze vegere Amedê. Dema ku zextên li ser Esen Aslan li Îzmîrê berdewam dikirin, ew di dema serdegirtinên li ser buroyê de gelek caran hat binçavkirin.   Çalakiya Nesrîn Teke   Dema ku Esen Aslan li Îzmîrê bû, nûnera Ozgur Halkê ya Amedê Nesrîn Teke, bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bedena xwe da ber agir. Nesrîn Teke dema li Edenê tedawî didît, Esen Aslan licem wê dima. Piştî pêvajoyeke dermankirinê ya nêzîkî 40 rojan rewşa wê baştir dibû, lê ligel wê yekê jî Nesrîn Teke di 9’ê Tîrmeha 2000’î de jiyana xwe ji dest dide. Di heman rojan de, xwendekarê Fakulteya Perwerdeyê ya Sêrtê Mahmut Yener, bi heman dirûşmê li ser Sûrên Amedê bedena xwe dabû ber agir, jiyana xwe ji dest da. Di 10’ê Tîrmeha 2000’î de, ew her du kes li Goristana Mardinkapiyê li kêleka hev hatin veşartin.   Bakî Aslan di nîşeyên xwe de, têkiliya nêzîk a di navbera Nesrîn Teke û Esen Aslan de bi van gotinan pênase dike: “Rojekê bi Esen ve hat malê. Nesrînê bi min da naskirin, got ‘nûnera Ozgur Halkê ya Amedê ye.” Piştre Esen got, ‘Bavo hinek kare me heye em ê biaxivib, tu ji me re xwarinê çêke.’ Piştre ew derbasî odeyê bûn. Min jî ji wan re xwarinê çêkir.”   Çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’   Di 26’ê Tîrmeha 2000’î de nêzîkî du hefte piştî ku Nesrîn Teke ku jiyana xwe ji dest da, Esen Aslan li Kadîfekale ya Îzmîrê, li wê cihê ku Rehşan Demîrel di Newroza sala 1992’yan de jiyana xwe ji dest dabû, çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin!” pêk anî.   Pankarteke biçûk, ku li cihekî nêzîkî wê nuqteya ku wê bedena xwe dabû ber agir hatibû daliqandin, armanca çalakiya wê eşkere dikir: “Hûn nikarin roja me tarî bikin!”   Roja piştî bûyerê, derbarê Esen Aslan de ku ji ber şewatên giran ên li ser beşeke mezin a bedena wê rakiribûn nexweşxaneyê, biryara girtinê hat derxistin. Dest û lingên wê di nivînên nexweşxaneyê de hatibûn kelepçekirin.   Esen Aslan hefteyek piştî çalakiya xwe, di 3’ê Tebaxa 2000’î de  jiyana xwe ji dest da.   Nameya wê   Di nameya ku li pey xwe hiştibû de, ev gotinên jêrîn hebûn:   “Em gunehkar in. Wî gunehên me hilda ser xwe.   Roj jiyane , roj ronahî ye, roj evîn e   Bêyî wî wateya jiyanê tune ye, bê wî jiyan mirin e   Hezar silav ji Rojê re ku me ronî dike û bi tîrêjên xwe jiyanê dide me   Ez careke din wan kesên ku Rojê tarî dikin şermezar dikim û di tîrêjên wî de ronahiyê dibînim   Bijî Serok Apo   Bijî Aşitiya Gelan   ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin!’”   Piştî Esenê xwişk û rêhevala wê Elîf Aslan   Nêzîkî salekê piştî ku Esen Aslan jiyana xwe ji dest da, xwişka wê Elîf Aslan ku du salan ji wê mezintir bû, tevlî xebatên Ozgur Halkê bû. Elîf Aslan, piştî ku li Amedê dest bi kar kir, dema ku kovarê belav dikir, hat binçavkirin. 4 rojan di binçavan de dimîne û rastî îşkenceyek mezin tê. Piştî ku tê berdan şûnde tê şopandin, ji bo ji xebatan dûr bixebe zext li ser wê tên meşandin.   Elîf Aslan berê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” tê girtin û 9 mehan di Girtîgeha Rihayê de di hûcreya yekkesî de tê girtin. Piştî tê berdan şûnde dîsa xebatên xwe didomîne.   Di vê heyamê de, ew derbasî navenda Ozgur Halkê dibe. Di 6’ê Hezîrana 2002’an de, li buroya Ozgur Halkê, ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agir berdide bedena xwe û di heman demê de dirûşmeyan berz dike.   Piştî çalakiyê wê radikin nexweşxaneyê û lê belê piştî 4 rojan di 10’ê Hezirana 2002’an de jiyana xwe ji dest dide.   Elîf, helbesteke ku wê di 23’yê Mijdara 2001’ê de nivîsandiye wiha ye:   “Welatê min herdu çavên min   Dilê min   Ew evîna ku ez ji bo wê diçim mirinê   Ez ê te di rûpelên dîrokê de bi xwînê binivîsim   Ez ê bi stranan û destanan behsa te bikim,   Welatê min.   Ez ê bi rondikan te pîroz bikim.   Bi kenê zarokan   Û bi hembêza dayikekê xwe ve bigirim   Ez ê li welatê ronahiyê   Bi stêrkan te ronî bikim   Ez ê te veguherînim welatekî bihuştî,   Bi gul û xaşxaşê yên ku bî xwînê şîn tên.   Welatê min, ey welatê min,   Ez ê te bi ROJÊ germ bikim.   Ez ê te bi biha û agir azad bikim   Welatê min, evîna min.”