Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin! 2026-08-04 13:31:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê mêrekî bi ser mala xezûrê xwe de girt, hat îdakirin ku bi çekê  êriş kiriye û di encam de jina pê re hatibû zewicandin qetilkiriye, xezûr jî bi giranî birîndar bûye.   Duh bi şev li taxa Sardaw a bajarê Silêmaniyê, mêrekî bi çekê bi ser mala xezûrê xwe de girt. Di encama gulebarandinê de jina pê re hatibû zewicandin a 49 salî ya bi navê Fatime Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê jî bi giranî birîndar bû.   Çavkaniyek ji polîsê Silêmaniyê ji ajansa ROJNEWS'ê re ragihand ku bûyer şevê din saet li derdora 12:50’î qewimiye û sedema wê jî bi pirsgirêkeke civakî ve girêda.   Hate zanîn ku kujer piştî demeke kurt ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.