Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li wênekêşan birî 2026-08-09 15:13:03     NAVENDA NÛÇEYAN -Li Îranê xwendekar, wênekêş û hunermend Şeqayeq Afşar Necefî ya 18 salî rastî 9 sal û wênekêşa navdar Yelda Muîrî jî 15 sal cezayê girtîgehê hat. Her du wênekêş jî bi beşdarî xwepêşandan û çalakiyên xwe yên medyaya dîjîtal tên sûcdar kirin.   Li Îranê, zextên dadwerî yên li dijî wênekêşên jin didome. Xwendekar û wênekêşa Şeqayq Afşar Necefî ya 18 salî rastî 9 sal cezayê girtîgehê û wênekêşa nûçe û belgefîlman Yelda Muîrî jî rastî 15 sal cezayê girtîgehê hatin. Her du wênekêş jî bi beşdariya xwepêşandan û çalakiyên xwe yên medyaya dîjîtal tên sûcdar kirin.   Ji Şeqayeq Afşar Necefî ya ji Qezvînê re 9 sal cezayê girtîgehê hat dayîn   2’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Qezvînê bi sûcdariyên "civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî", "hevkariya bi dewletên biyanî yên dijmin re" û "çalakiyên propagandayê yên di hawîrdora serhêl de" 9 sal cezayê girtîgehê lg Şeqayeq Afşar Necefî ya ji Qezvînê ya 18 salî birî.   Dadgehê, ji ber van sûcan bi rêzê ve 5, 3 û 1 sal cezayê girtîgehê lê birî. Hate diyakirin ku ger biryar di temyîzê de bê pejirandin, cezayê girtîgehê ya 5 sal were bicîhanîn. Di nava delîlên dadgeh de, rapora Teşkîlata Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê û îdiaya beşdarbûna Şeqayeq Afşar Necefî ya li xwepêşandanên Çileyê cih digre.   Şeqayeq Afşar Necefî ya ku di 14’ê Sibatê de li mala xwe hatibû girtin, piştre bi kefaleta 1.5 milyar Tumenî hat berdan. Her wiha ji Şeqayeq Afşar Necefî re cezayê 2 salan ê qedexeya rêwîtiyê, qedexeya heta hetayê ya ji xizmeta giştî hate dayîn. Telefona wê ya desta, karta SIM û laptopa wê jî hatin desteserkirin.   Ji Yelda Muîrî re jî 15 sal cezayê girtîgehê hat dayîn   Wênekêşa nûçe û belgefîlman Yelda Muîrî, li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku mehkûmê 15 sal cezayê girtîgehê hatiye kirin.   Yelda Muîrî, diyar kir ku biryar ji aliyê 29’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi awayekî paşpenî hatiye dayîn. Yelda Muîrî, da zanîn rojên borî bi tesadufî serî li dadgehê daye û agahî girtiye ku biryarek bi awayekî paşpenî li dijî wê hatiye dayîn. Yelda Muîrî, diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de tu agahdariya fermî negirtiye.   Yelda Muîrî, hêj hûrguliyên biryarê an jî sûcdariyên li dijî wê, eşkere nekiriye. Yelda Muîrî, beriya niha diyar kiribû ku hesabê wê yê bankê ji aliyê Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatiye astengkirin û li dijî wê dosyayek dadwerî hatiye vekirin. Yelda Muîrî, da zanîn ji ber ku xeta xwe ya telefonê ya girtî, nikare xwe bighîne pergala agahdarkirina elektronîkî ya dadweriyê û lewma ji pêvajoya darizandinê bêagahî maye.   Wênekêşa navdar a nûçe û belgefîlman a Îranî Yelda Muîrî, di Îlona 2022’yan de ji ber wêne kişandina xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Tehranê, hatibû binçavkirin.