ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2026'AN 2026-08-11 09:00:00     * Aktîvîsta  TJA’yê  Şadiye Manap, derbarê bandora polîtîkayên şerê taybet yên li ser Kurdistanê de nirxandin kir û da zanîn ku divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di esasa demokratîk de pêş bikeve. Şadiye Manap bi lêv kir ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinan di alî veguherina civakî û aştiya mayîn de bi bandore. BI DÎMEN    *Dayika Nîhat Kazanhan ê ku di encama guleberdana polîsan de jiyana xwe ji dest dabû Ayşe Kazanhan, got: " Li cihê ku divê serê kurê min bihata mizan û hezkirin ew gulebaran kirin. Tiştek nikare êşa qetilkirina Nihat sivik bike, lê dîsa jî ez aştiyê dixwazim." DÎMEN HEYE   *Jin eleqeyeke mezin nîşanî civînên gel didin ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li gund û taxan têne lidarxistin; di van civînan de daxwazên niştecîhan têne qeydkirin û ji bo çareseriyê niqaş tên kirin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, têkildarê pêvajoyê de axivî û got: "Tevî kêmasiyên xwe jî, pêşnûme ji aliyê qebûlkirina hebûna gelê Kurd ve gaveke dîrokî ye û tekez kir ku divê jinên Kurd û hemû beşên civakê têkoşîna ji bo mayîndekirina demokrasiyê geştir bikin." BI DÎMEN    *Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, diyar kir ku pêvajo dê bi têkoşîna gelan bidome û got: "Dê têkoşînê mezin bikin û ev berpirsiyariya me hemûyan e."  BI DÎMEN    *“Qanûna Çarçoveyî” ku di Meclîsê de derbas bû, jinên Amedê anîn ziman ku qanûna di Meclîsê de derbas bû gavek girîng e û got, “Ji bo madeyên kêm ên pêwîst jî divê gavên pêwîst bên avêtin.” BI DÎMEN