Sîbel Yîgîtalp: Nirxê Qanûna Çarçoveyî bi gavên şênber tê pîvan 2026-08-12 09:04:16   STENBOL - Sîbel Yîgîtalp da zanîn ku pêvajo gavek dîrokî ye lê serkeftin bi gavên şênber dikare bê pîvan û got: “Ewlehiyên qanûnî yên ji bo tahliyeyên ji girtîgehan,vegerên ji Eweropayê wê samimiyeta bi pêvajoyê diyar bike.”   Pêşnûme qanûna  ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ya wek ‘Qanûna Çarçoveyê’ ku di rayagiştî de tê zanîn di 3’ê Tebaxê de pêşkêşî meclîsê hat kirin û û piştre ji Kokmîsyona Edaletê hat derbaskirin. Sererastkirina qanûnî ya ji 12 xalan pêk dihat û hat rojeva Lijneya Giştî ya meclisê mekanîzmayên wek taloqakirina pêvajoya hiqûqî,entegrasyona civakî dihewîne. Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp ya li surgunê der barê mijarê de axivî.   Sîbel Yîgîtalp daxuyakirin ku Qanûna Çarçoveyê xwedî kêmasiyên girîng e û wiha got: “Ez Qanûna Çarçoveyî girîng û pêşketineke dîrtokî dinirxînim. Ev bi nirx e. Lê rêya me hîna kîlometreya ewil a hezar kîlometreyî ye. Me nû dest bi meşê kiriye.   ‘Divê demildest tahliye bên destpêkirin’   Sîbel Yîgîtalp di berdewamiyê de anî ziman ku ji bo Qanûna Çarçoveyî bi awayekî rast wateyê bi dest bixe divê ewil girtiyên siyasî bên berdan û gavên şênber dereng neyên xistin. Sîbel Yîgîtalp wiha dirêjî dayê: “Divê gavên şênber dereng neyên xistin. Divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Bekîr Kaya, Leyla Guven, Ayşe Gokkan û bi hezaran girtiyên din bên berdan.”   ‘Di vegeran de ewlehiya hiqûqî şert e’   Sîbel Yîgîtalp vegere siyasetmedar û aktîvîstên li Ewropayê jî nirxand û daxuyakirin ku ji bo wan ya esas temînatên hiqûqî ne û divê bi pratîkê piştgiriya ji bo Qanûna Çarçoveyî  bê vekirin. Sîbel Yîgît Alp wiha berdewam kir: “Zimanê di sererastkirinê de hatiye bikaranîn zirarê dide hewaya aştiyê û  nêzîkatiyeke wekhev şert e. Yek ji pirsgirêka herî mezin a Qanûna Çarçoveyî  bi zimanekî ewlehîparêz û fikara ewlehiyê hatiye nivîsîn.”   Edalet û aştiya civakî   Sîbel Yîgîtalp wiha dawî lê anî: “Dema gotin veneguhere pratîkê wê bêbaweriyê biafirîne.Helalkirina bi civakê re bi gavên şênber pêkan e. Heta gava pratîk neyê avêtin tu nirxa gotinê namîne. Aştiyeke mayînde û mayîndebûna Qanûna Çarçoveyî ancax bi avêtina gavên şênber û aştiyeke mayînde pêkan e.”