Bi têkoşîna xwe bû hêvî 2026-08-13 09:04:35     SÊRT - Elîf Akan a temenê biçûk de hat zewicandin, tevî tundiya mêr û hemû astengiyan bi zarokên xwe re jiyan ji nûve hûnand. Ji derdora xwe re bû hêvî.     Elîf Akan a li Sêrtê dijî û endama meclîsa şaredariyêye tevî tundiya ku bi salan dît serî netewand û perwerdehiya xwe temam kir û tevli têkoşîna rêxistinkirî bû. Elîf Akan ku piştre di siyasetê de cih girt, dest ji hevjîn berda û bi du zarokên xwe re jiyana xwe ji nû ve ava kir.   Elîf Akan da zanîn ku bi salan mahkumê tundiyê hatiye kirin û wiha domand: “Ez temenê biçûk de hatim zewicandin. Du keçên min çêbûn. Piştî zarok çêbûn tundî û zexta li ser min hîn girantir bû. Ez bi kurê apê xwe re zewicî bûm. Ji ber vê her tim digotin kurê apê teye tişt nabe, tuyê me rezîl bikî. Ez rastî heqeret û tundiyê hatim. Ji ber neçariyê min serî tewand. ”   Bi têkoşînê xurt bû   Elîf Akan got ji bo ku ji tundiyê xilas bibe ewil perwerdehiya xwe temam kiriye û tevli têkoşîna siyasî bûye û wiha bi lêv kir: “Ez cara ez vedigeriyam malê tundî li min dikir. Tundiya fîzîkî û psîlojîk. Piştî demekê min fêm kir ku fêdeya tu kesî ji min re tuye. Min ji derve lîse qedand. Min DEM Partî nas kir. Ez bûm endama meclîsa şaredariya Sêrtê. Piştî qeyûman jî min dest ji partiyê berneda.”   Tevî zextan dest jê berda   Elîf Akan bi lêv kir ku tevî zextên malbat û derdorê biryara destberdanê girtiye û wiha bi lêv kir: “Pêvajoya ez behs dikim ez zêdetir xurt kirim. Ez li ser piyên xwe sekinîm. Min gelek zor û zehmetî kişand lê min serî tu car netewand. Mêr destberdan qebûl nedikir. Êrîşê mala min dikir. Zarok tehdîd kir.  Malbata min jî herî dawî ev pêvajo qebûl kir. Di malbatê de kesî dest ji hev bernedida. Ya ewil ez bûm. Ji ber pirsgirêk ne ez bûm. Mêr bû, kumar dilîst. Tundî li min dikir. Lê tevî zexta eşîrê min jiyana xwe ava kir. Min her du zarokên xwe girt û ez çûm cem malbatê.”   Elîf Akan di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Çîroka min bi rastî bi êş bû. Lê min serî netewand. Min têkoşîna xwe meşand. Ez li ser piyên xwe sekinîm. Min zanîngeh qedan. Ez bûm endama meclîsa şardariyê. Min peywira xwe meşand. Min karê xwe bê kêmasî kir. Min zarokên xwe tenê mezin kir. Ez bang li hemû jinan dikim, xurt bin, bi biryar bin. Tu tişt ne bê derfete.”