Kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê li Amed werin bîranîn 2026-08-20 20:56:13   AMED - Li Amedê, ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasîma sersaxiyê bê lidarxistin.   Ji bo bîranîna yên ku di dîrok û cihên cûda yên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dê li Rêzana Amedê şîn bên danîn. Şîn dê 3 rojan bidome.   Şînên ku dê bi pêşengiya Komeleya Yekitî Pişgirtî Piştevazî û Çandê ya Bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bên danîn, dê saet di 08.00’an de dest pê bike.   Di vê çarçoveyê de li Parka Koşuyolu ya Rezana Amedê dê şîn bên qebûlkirin. Di roja 3’yemîn a şînê dê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.