Li Sûriyeyê Kurd bûn hevparên rêveberiyê: Îlham Ehmed bû parlamenter 2026-08-27 12:10:10   RIHA - Hûrgiliyên hevdîtina di navbera Heyeta Rojava û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de derketin holê. Piştî ku Mezlûm Ebdî ragihand ku hebûna leşkerî ya HSD'ê bi dawî bûye, derket holê ku Mezlûm Ebdî dê bibe musteşarê Serokkomarê Sûriye û Îlham Ehmed jî dê bibe parlamantera Sûriyeyê. Her wiha hate destnîşankirin ku Kurdî bû zimanê duyemîn ê fermî.   Heyeta Rojavayê Kurdistanê û heyeta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 25'ê Tebaxê de civiyan û li ser bend û xalên peymana 29'ê Çileyê gotûbêj kirin û axivîn.   Di dawiya civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Koşka Gel a Sûriyeyê ragihand ku HSD'ê xwe fesix kiriye û li ser pêvajoya entegrasyonê xebatên xwe didomînin.   Hûrgiliyên hevdîtina ku beriya du rojan li paytexta Sûriyeyê Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê de pêk hatibû, hêdî hêdî derdikevin holê.   Piştî hevdîtinê, Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da û ragihand ku wan dawî li hebûna leşkerî ya HSD'ê aniye. Piştî vê daxuyaniyê, di çapemeniyê de derbarê erka Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed a di hikûmeta navendî de, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa YPJê agahiyên girîng cih girtin.   Ebdî dibe musteşar, Ehmed dibe parlamenter   Li gorî çavkaniyên li herêmê ku agahî dan Ajansa Welat me; hat piştrastkirin ku Mezlûm Ebdî dê wekî musteşarê Serokkomariya Sûriyeyê bê tayînkirin. Her wiha Îlham Ehmed jî dê ji kotaya Serokkomariyê bibe Parlamentera Meclisa Sûriyeyê û di xebatên dîplomasiyê de bi erk û berpirsiyarî rabe.   Kurdî dibe zimanê duyemîn ê fermî   Di çarçoveya peymanê de zimanê Kurdî li seranserî Sûriyeyê wekî zimanê duyemîn ê fermî hat qebûlkirin. Li herêmên Kurdan dê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê birêxistinkirin. Wê di vê çarçoveyê de komîsyonek taybet bê avakirin, materyalên perwerdehiyê yên bi Kurdî amade bike û pergala perwerdehiyê saz bike.   Pozîsyona YPJ'ê zelal bû   Derbarê mijareke din, hebûna leşkerî ya YPJ'ê de, encamnameyek hatiye girtin û hatiye hînbûn ku ev pozîsyon dê di demjimêrên pêş de li ser malpera fermî ya YPJ'ê were ragihandin.