Qeydên ANKA'yê yên ziman û hunerî dest pê dikin 2026-08-28 14:53:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Qeydên serdema nû ya Kooperatîfa ANKA'yê yên zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî; kursên wêne, peykersazî, muzîk û dramayê dest pê dikin. Qeyd dê di ji 1'ê îlonê heya 20'ê Îlonê karibin werin kirin.   Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdehiyê ya ANKA'yê li ser hesabên xwe daxuyand ku qeydên wan yên serdema nû dê di 1'ê Îlonê de destpê bikin û heya 20 Îlonê bidomin. Kooperatîf da zanîn ku ew ê piştî qeydan, atolyeyên zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî, İngilîzî; herwiha wêne, peykersazî, muzîk û dramayê bidin.