Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin 2026-08-28 16:07:27   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di 1ê Îlonê de bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” dê meşekî pêk bîne.   Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” dê meşekî li dar bixîne. Meş dê 18.00'an de li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Rezanê kom bibin û heta plazaya AZC'ê ya Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê dê bimeşin.