KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn e 2026-09-01 10:29:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya çaremîn salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne tenê daxwazek demkî yan bersivek li hemberî zilmeke rojane ye, di heman demê de şoreşek fikrî û nûjeniyeke rastîn ya dîrokî “a têkoşînên gelên Îranê ye.”   KJAR’ê bi boneya nêzbûna çaremîn salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek nivîskî parve kir.   Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye;   “Çar salin di ser şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” re derbas dibe; tevgereke ku ne tenê daxwazeke demkî an bersivek li hember zilmeke rojane ye, belku şoreşeke hizrî, fikrî û nûjeniyeke rastîn di dîroka têkoşînên gelên Îranê de ye. Çar sal xebata berdewam îspat kir ku ev tevger, berî guherîneke di avahiya siyasî de, kûrtirîn guherîn di can û baweriya civakê de pêk aniye. Gava civakek tama azadiya fikrî tam bike û giyanê wê bi ruhê rizgariyê xemilîbe, tu hêz nikare wê paşve bibe.   Niha bi ketina sala pêncemîn a vê rabûna civakî, em di germahiya şoreşeke jîndar de dijîn ku bi pirrengî û cudahiya çandî û netewî, gaveke venegerandî berbi pêş ve avêtiye. Jin di navenda vê hevkêşeyê de ye, ne tenê wek zayendekê, belku wek sembola vejîna rûmeta mirovahî û jiyana azade. Ev têkoşîn ji serhildaneke demkî derbas bûye û bûye beşeke jêneveqetandî ji jiyana rojane û riyên jiyana civakî.   Ji destpêka şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ve, Komara Îslamî ya Îranê û hin tevgerên li derveyî welêt yên lihev hatî, dest dane hev ku wateya vê tevgera mezin vala û pûç bikin. Rejîma serdest bi belavkirina tundiya sazûmankirî, xizaniya organîzekirî, avakirina torên mafyayî, hewl daye ku hilweşîna exlaqî ya civakê pêk bîne û îradeya jinan bişkîne da ku rê li ber guherîna avahiyî bigire. Lê belê jinên ku tama hişyariyê girtine, tu carî venagerin paş.   Ji aliyekî din ve, jinan hewldaneke mezin di rêya têkoşîna li dijî hicaba neçarî de kirine û karîne di vê rêyê de destkeftinan jî bi dest bixin, lê hemû armanca şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” rakirina hicabê ji ser serî nebû, armanc di rastiyê de rakirina hicaba neçarî ji ser hiş, îrade û hebûna jinane ku ev têkoşîn hîn jî berdewame. Komara Îslamî nikare li ser vê rastiya ronî veşêre ku alîgirtina vê rabûnê li ser milê jinane ku armanca wan a dawî, qutkirina hemû zincîrên mêrsalarî û pêkanîna jiyaneke azade.   Çar sal çewisandin, pêla berfireh a îdaman, girtinên komî, komkujî û zêdebûna zirarên avahiyî yên wek zewaca zarokan a bi zorê, nikaribû fikra azadiyê hilweşîne. Di sala borî de, bi destpêkirina şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, çav li şerê di navbera dewletan de mabûn, di demekê de ku  mezintirîn şer ji aliyê Komara Îslamî ve li dijî civakê û bi taybetî li dijî jinan li hundirê Îranê dihat kirin û ev pêvajo hê jî berdewame. Hejmara girtina jinan û hukmên îdamê zêde dibe, rewşa jinên girtî yên wek; Zeynab Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Gulrox Îraî û girtiyên siyasî yên din, roj bi roj fikar çê dike. Ji aliyekî din ve, di vê demê de gelek jin ji aliyê mêrên malbatê ve hatin kuştin û Komara Îslamî bi çewisandina hundirîn, vê tundiyê zêde kir. Lewma di rewşekê de ku rejîm bi veşartinê amara tawanên xwe înkar dike, weşandina amaran û ragihandina wan ji erkên rêxistinên mafên mirovane û di vê rêyê de nabe ku tu cinayetek li dijî jinan veşartî bimîne.   Ji ber vê yekê, Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di salvegera vê şoreşa dîrokî de, li ser bingeha xeta azadiya jinê, giyaniyeta îdeolojîk û xweser-rêxistinbûna demokratîk, peyama xwe wiha radigihîne: jinên tekoşer û azadîxwazên Îranê çar sal in bi berxwedan û bêyî rawestan têkoşîn dikin û ev têkoşîn berdewame. Ev cûre berxwedan û çalakiyên dîrokî û wêrekane, bixwe mezintirîn serkeftin li ser bedeneya rejîmeke mêrsalar wek Komara Îslamî ye. Gelek  mirovên hêja ji bo gihîştina jiyaneke azad, can dane, bîr û bîranîna wan, çiraya rêya vê şoreşê ye; ew qet nayên jibîrkirin û xwîna wan bingeha civakek azade. Lewma salvegera vê şoreşê ne dawiya beşekê ye, belku nûkirina peymaneke qayime ji bo dewama têkoşîn û pêşketinê.   Demeke ku jinên li Îranê xeta tirsê borandine. Fikra azadiyê ji dayik bûye û hêza deshilatdariyê nikare wê hilweşîne, çimkî jin nahêlin ku wateya vê şoreşê bê xerakirin yan bê kêmkirin; ev têkoşîn heta pêkanîna tevahî azadiyê, dadxwazî û avakirina civakeke demokratîk û wekhev, bi gavên bihêztir berdewam e.   Em wek KJAR li ser bingeha perwerde û rêxistinbûna jinan bawer dikin ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ku bi salane li Kurdistanê tê jiyîn, niha bûye pirnetewî, ev felsefe gelek jin li dor hev civandine da ku civak û jiyaneke azad biafirînin, lewma di salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de, em bi hev re bi yek deng, “Jin Jiyan Azadî” bibêjin û ji bo gihîştina armancên xwe, bi hevre û bi rêxistinbûyîtir tevbigerin. Rêxistina KJAR di van salên borî de, bi berdewamî di vê rêyê de gav avêtiye û ev çalakî wê hê jî berdewam bin. Di vê çarçoveyê de, bernameyên ku bi wesîleya salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” tên pêşkêşkirin, piştî weşandina daxuyaniyê, di rojên pêş de jî wê bên weşandin.   Bijî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî. Bijî yekîtî û têkoşîna rêxistinî ya jinan.”