Li Amedê 1’ê Îlonê: Em ê di mijara aşitiyê de biryardar bin 2026-09-01 18:55:44   AMED – Li Amedê bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hat lidarxistin. Di meşê hat gotin, “Em ê di mijara aşitiyê de biryardar bin.”   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” li Amedê meş hate li darxistin. Meş li ber navende bazirganiyê NCity ya navçeya Rêzan a Amedê destpêkir heya AZC plazaya semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê berdewam kir. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan(DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê, endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk(DBP), nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankartên “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve”, “Aştiyeke mayînde bi azadiya fîzîki ya Rêber Apo ve pêkane”hate vekirin. Girseya meşê bênavber bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Rêya Şehîd Rêya me ye Apo ye Serokê me”, “Şehîd Namirin” berz kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.   Bi piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axaftina xwe kir.   ‘Aştî wekhevî û azadiya jinan e’   Tulay Hatîmogullari di serî de Şehîdên Azadiyê bibîranî û berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gotineke ku Nelson Mandela yê ku yek ji sembolên herî girîng ên aşitiyê ye tê gotin heye. Nelson Mandela dibêje: “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, aşitî edalet e” û got: “Em jî bi tevahî tevlî vê dîtinê dibin. Aşitî edalet e, aştî demokratî ye, aşitî biratiya wekhev e. Aştî ew e ku Kurdek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Bi awayekî azad axaftina zimanê dayikê ya hemû gelan e. Aşitî ew e ku tu rojnamevan, tu rewşenbîr, tu nivîskar û tu siyasetmedar di girtîgehê de nebe. Aştî ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Aştî ew e ku girtiyên siyasî azad bibin. Aşitî ew e ku karkerê madenê meaşê xwe bistîne û nanekî germ bibe mala xwe. Aşitî ew e ku pêşeroja ciwanan li vê welatî hebe, azad bin, bi azadî bixebitin, bi azadî bixwînin û aşitî pêşeroja ciwanan e. Aştî wekhevî û azadiya jinan e. Nebûna cînayetên jinan û dawîhatina tundiya li ser jinê ye. Û ji vir ve wekî hemû jin, em silava xwe ya aştiyê pêşkêş dikin.”   ‘Em ê di mijara aşitiyê de biryardar bin’   Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand li ser şerê Rojhilata Navîn û diyarkir ku di serdemeke ku fûzeyên herî xeternak, çekên biyolojîk, çekên kîmyewî û çekên nûkleerî de pêşbirkê dikin de ne û ev wiha bi dawî kir:  “Ji ber vê yekê, dema ku Tirkiye aliyekî ve aşitiya xwe ya hundirîn saxlem dike, em neçar in ku di heman demê de bi hev re pêşengiyê ji aşitiya herêmê re jî bikin. Em li Tirkiyeyê aşitiya hundirîn û li herêmê aşitiyê diparêzin. Em li cîhanê aşitiyê diparêzin. Ji bo vê yekê ji bilî avakirina tevgereke aşitiyê ya enternasyonalîst bi rêya herî bihêz ti vebijarkeke me nîne. Ji ber ku em vê yekê dizanin; em kesên ku aşitiyê diparêzin, ji wan kesên ku şer derdixin pir bihêztir in. Bes e ku em bi hev re bin, bes e ku em bibin yek. Ez bi van hês û ramanan hêvî dikim ku 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê ji bo me hemûyan, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo hemû cîhanê aşitiyê bîne. Û em bi çi provokasyonan re rû bi rû bimînin jî, ihtimala rûbiçûkbûna çi tiştî hebe jî, kî dixwaze vê pêvajoyê jehrî bike bila bizanibe ku em ê di mijara aştiyê de biryardar bin, ji bo aşitiyê têkoşînê bikin û ji bo aştiyê bibin yek.”