Lêpirsîna Gulîstan Doku: Şêwirmendê parlamenter hat girtin 2026-09-01 20:05:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê parlamenter Cemal Engînyurt, Cem Tekînoglu ku navê wî di lêpirsîna dosya Gulîstan Doku de derbas dibû, hat girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna dosya Gulîstan Doku ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve dihat meşandin de şêwirmendê parlamengterê Yenî Partî Cemal Engînyurt, Cem Tekînoglu ku hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê sewqê dadgeriya ceza sulhat kirin.   Cem Tekînoglu di encama lêpirsînê de ji sûcên ‘teşwîqê fuhuşê an jî navbeynkarî’ hat girtin.   Cem Tekînoglu serokê berê yê Daîreya Bîlgî Îşlem a Zanîngeha Munzurê bû. Bi gelek gumanbarên di dosya Gulîstan Doku de qeydên hevdîtinên wî derketibûn holê.