Agahî ji girtiyên li Girtîgeha Zahedanê nayê girtin 2026-09-02 11:37:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgeha Zahedanê çar roj in ji beşa 8’an tu agahî nayê girtin, qutbûna telefonan fikarên li ser jiyana girtiyan zêdetir dike.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di 1’ê Îlonê de, ragihand ku telefonên di navbera girtiyên li Beşa 8’an a Girtîgeha Zahedanê û malbatên wan hatine qutkirin. Vê rewşê fikarên malbatan li ser tenduristî û rewşa xizmên wan ên di girtîgehê de zêdetir kir.   Li gorî daxuyaniya ku hatiye ragihandin, girtî herî dawî roja 28’ê Tebaxê bi telefonê bi malbatên xwe re axivîne û ji roja 29’ê Tebaxê ve ji vê beşê tu telefon nehatiye kirin.   Xizmên girtiyan dibêjin ku çar roj in ew ji hezkiriyên xwe tu agahî nagirin û rayedarên girtîgehê rave nekirine ka çima telefon hatine qutkirin an kengê dê têkilî dîsa dest pê bike.   Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, malbat bawer dikin ku dibe alavên telefonê yên di odeyê de xirab bûbin an jî dibe ku girtî nikaribin bigihîjin telefonan. Lê belê sedema rastîn a rewşê hê nehatiye destnîşankirin.   Rawestandina pêwendiyên telefonê, digel sînorkirina gihîştina malbatan a girtîgehê, fikarên li ser tenduristiya girtiyan zêdetir kiriye.