Çeteleya meha Tebaxê: 22 jin hatin qetilkirin, 19 mirinên bi guman 2026-09-06 09:04:14   Yeşîm Oruç   NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çeteleya meha Tebaxê herî kêm 22 jin  û 3 zarok hatine qetilkirin, 19 jin û 7 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Di meha Tebaxê de jî tundiya mêr jiyana jin û zarokan hedef girt. Jin herî zêde ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî ve,  mêrên bi wan re di asta hevberdanê de an jî dixwestin dest ji hev berdin ve hatin qetilkirin. Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me JINNEWS’ê ku ji çapemeniyê berhev kiriye, di mehekê de herî kêm 22 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 19 jin û 7 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Serlêdan, parastin û biryarên durxistinên yên hatin kirin jî pêşiya tundiya mêr negirtin. Mekanîzmaên bi bandor yên ku jiyana jinan biparêzin pêk nehatin. Jin li malê, kolanê, kargeriyan, qadên cemawerî hatin qetilkirin.   Gumanbar yên herî nêz in   8 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên bi wan re di asta hevberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrên ku berê bi wan re jiyane, jinek ji aliyê mêrê pê re dijî ve, jinek ji aliyê mêrê dest jê berdaye, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê tiyê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê nasnake  ve hat qetilkirin. Nêzikbûna gumanbarên sê jinan jî nayê zanîn.   Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin   Li Stenbolê 4, li Mêrdînê 3, li  Amedê 2, li Bursayê 2, li Edeneyê 1, li Enqereyê 1, li  Antalyayê 1, li Êlihê 1, li  Kayseriyê 1, li Kutahyayê 1, li  Manisayê 1, li  Mereşê 1, li Muglayê 1, li Rihayê 1  û liYalovayê jî1 jin hat qetilkirin. bağlam menüsü var