Li Nepalê xebatên lêgerînê didomin 2026-09-06 13:56:02   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li bakurê Nepalê piştî karesata lehiyê ya mezin a 26’ê Tebaxê qewimî, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê di roja 11’an de dewam dike. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.   Saziya Rewşên Lezgîn a Nepalê roja yekşemê bîlanço ragihand û diyar kir ku di karesatê de 1.341 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4.996 kes jî winda ne. Di nava windayan de ji xeynî bi sedan biyaniyên turîst û heciyan, nêzî 900 kesên di santralên hîdroelektrîk û înşaetên bendavê de dixebitin hene.   Di du rojên dawî de jî 3 kes bi saxî ji tunelên tesîsên hîdroelektrîkê hatin derxistin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de 2 karkerên ji Nepalê û welatiyekî Çînî hene. Her wiha ji maleke di bin heriyê de maye, jineke 60 salî hate rizgarkirin. Hat diyarkirin ku rizgarkirinên dawî li seranserî welêt hêvî afirandiye.   Karesat di encama hilweşîna qeşayekê û beşekî çiyayekê pêk hat. Rêyan, piran, malan û binesaziya enerjiyê zirarek mezin dît.