Festîvala Belgefilman a FilmAmedê hate taloqkirin 2026-09-08 17:51:23   AMED - 10'emîn Festîvala Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê bi boneya bîranînên endamên Tevgera Azadiyê, ji bo dîrokeke pêş hate taloqkirin.   Li Amedê 10emîn Festîvala Fîlmên Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê ku di navbera 25-29'ê Îlonê de dê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) û Şaredariya Peyasê ve bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” bihata lidarxistin, ji bo dîrokeke pêş hate taloqkirin. Komîteya amadekar ragihand ku festîval ji ber bîranînên endamên Tevgera Azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane û li bajarên cuda tên lidarxistin, hatiye paşxistin.   Daxuyaniya komîteya amadekar bi vî rengî ye:“Derhênerên hêja, çêker, dostên festîvalê û hezkerên sînemayê. Wekî ku hûn jî dizanin, Tirkiye di nav pêvajoyeke nû ya siyasî re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de, di serdemên cuda yên şer û pevçûnan de ji bo yên ku jiyana xwe ji dest dane li bajarên cuda konên taziyê tên vedan. Bi taybetî konên taziyê yên ku li Amedê hatine vedan, li dû serdemên pevçûnan bûne yek ji civînên civakî yên herî berfireh. Ev taziye ne tenê ji bo parvekirina şîna malbatan, di heman demê de ji bo hafizeya hevpar a civakê û civakîbûna pêvajoya şînê jî girîngiyeke mezin hildigirin.   Dê dîroka festîvalê ya nû bê ragihandin   Ji ber taziye û şîna ji bo windahiyên di pêvajoya pevçûnan a li herêma me de hatine jiyîn, bi berçavgirtina hesasiyetên civaka me, wek Şaredariya Peyasê, OSAD û Komîteya Amadekar a 10emîn Festîvala Fîlmên Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê, me biryar da ku festîvala xwe ji bo dîrokeke paşê paş bixin. Em ê dîroka nû ya festîvalê di demeke herî kurt de bi raya giştî re parve bikin. Di çarçoveya vê guherînê de, em neçar man ku eşkerekirina encamên fîlmên belgefilm û serlêdanên projeyan ku mafê beşdarbûna 10'emîn Festîvala Fîlmên Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê bi dest xistine jî ji bo dîrokeke pêş, paş bixin. Di vê pêvajoyê de ji bo têgihiştin, sebr û piştgiriya ku we nîşan daye em spasiya we dikin.”